Nexweşê şîzofren Firat Koç ê berî du rojan di dema xwepêşandana protestokirina qeyûman a li Wanê de êrîşî wî hate kirin û li çayxaneyekê êşkence lê hate kirin, du roj in destgîrkiriye.
PARÊZER ÇÎFTÇÎLER: DEMÊ DESTGÎRKIRINÊ DIRÊJ KIRINE
Parêzerê Firat Koç Ertan Çîftçîler diyar kir ku muwekîlê wî tevlî xwepêşandana protestoyê nebûye, ji xwe ji rapora wî jî diyar e ji mejî astengdar e.
Çîftçîler ragihand ku keseke ku ji mejî astengdar û tevlî ti bûyeran nebûye evqasî destgîrkirina wî li diî hiqûqê ye û got: “Ji bo berdana Koç me serî li Serdozgeriya Komarê daye, lê dozger diyar kir ku ji bo lêkolîna ‘girêdana wî ya bi rêxistinê’ re tê lêkolînkirin, daxwaza me red kir, demê destgîrkirina wî du roj din dirêj kir.”