Doza sereke ya KCK’a Stenbolê didome

Doza sereke ya KCK’a Stenbolê didome

Doza sereke ya “KCK”a ya Stenbolê ku 205 siyasetmedarên Kurd tên darezandin bi xwendina îdîanameyê didome.

Rûniştina sêyemîn ya 122 jê girtî bi giştî 205 siyasetmendarên Kurd yên di çarçoveya operasyonên di bin navê “KCK”ê de di 2011’an de li Stenbolê hatin girti, li 15’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê ya li Sîlîvriyê didome. Ji bilî Parêzer Gonul Erdem ku roja borî di encama qezayê de milê wê şikest û rakirin nexweşxaneyê û 3 girtiyan hemû amadebûn.

Rûniştina bi xwendina rupelê 1025’ê îdîanameyê didome.