Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî dest pê kir

Yekemîn rûniştina doza 6 jê girtî bi giştî 14 xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demorkasî ya ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve hatî girtin dest pê kir.

Yekemîn rûniştina  doza dirizandin 6 jê girtî 14 xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya hat girtin û dest danîn ser amûrên wan li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê despê kir. 6 nûçegihanên girtî û xebatkarê rojnameyê yê negirtî Ramazan Sola di rûniştina dozê de amade bûn.

 Balkêş bû ku leşkeran nûçegihan bi destên kelepçekirî anîn salona danişînê. Gelek nûçegihan, malbatên wan, şandeyên biyanî, parlamenterên HDP’ê Ahmet Şik, Zuleyha Gulum, Alî Kenanoglu û rêxistinên pişeyî danişînê dişopînin.

Şandeya dadgehê, li gel ku parêzerên hemû nûçegihanan hebûn jî, ji Baroya Stenbolê parêzer xwest. Piştî ku rûniştina dozê destpê kir, parêzerên ji baroyê hatibûn, xwe ji rûniştina dozê paşve kişandin.

Parêzer Ozcan Kiliç, daxwaz kir ku Midûrê Karên Nivîsê yê rojnamê Îshak Yasûl parastin bike. Lê Serokê dadgehê Ahmet Oguz, ji Kiliç re got “Hûn karê me nîşanî me nekin.”

Pişt re xwediyê îmtiyazê yê rojnamê Îhsan Yaşar destpêkê parastin kir. Yaşar, diyar kir ku ew karê bazirganiyê dike û ev 6 mehin bê sûc girtiye.Rûniştina dozê  bi parastina Yaşar berdewam dike.