Doza Mursî îro dest pê dike
Doza Mursî îro dest pê dike
Doza Mursî îro dest pê dike
Doza ku di 15 rêveberên Birayên Musliman ku serokdewletê berê yê Misirê Muhammed Mursî jî heye, tên darizandin dest pê dike. Lîderên Birayên Musliman ji ber sûcê ‘teşwîqê kuştin û îşkenceyê kirin’ tên darizandin.
17 rêveberên Birayên Musliman ku serokdewletê berê yê Misirê Muhammed Mursî jî di nav de ye, tên darizandin, doza wan îro dest pê dike.
Mursî di saetên sibê de anîn Akademiya Polîsan a Kahîreyê. 14 rêveberên Birayên Musliman jî dê bi Mursî re bên darizandin.
Di bûyerên di qanûna 2012’an de derketin de di navbera muxalîf û alîgirên hikûmetê de pevçûn derketibû û bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dabû. Di 3’ê Tebaxa 2013’an de Mursî ji aliyê artêşê ve ji peywirê hat girtin û bi darvekirin an jî cezayê muebetê tê darizandin.
Rayedarekî ji Birayên Musliman hişyarî kir û got: “Ger ku Mursî rastî cezayê girtîgehê bê, protestoyên me yên bi aştine dê biguherin çalakiyên şîdetê. Her haman dibe ku hinek endamên din yên Birayên Musliman jî ji aliyê artêşê ve bên girtin.
Hikûmeta Misirê niha li dijî Birayên Musliman polîtîkayên tund dimeşîne û hema hema hemû rêveberên wê girtiye.