Doza Kobanê: Me qirkirin protesto kir
Siyasetmedarê girtî Alp Altinors di rûniştina doza Kobanê de wiha axivî: "Me gefa qirkirinê anî ziman. Banga me rewa ye."

35’emîn rûniştina doza Kobanê li 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampusa Girtîgeha Girtî ya Sîncanê di roja duyemîn de hat dîtin. Rûniştina dozê bi parastina siyasetmedarê girtî Alp Altinors berdewam kir.
Altinors diyar kir ku banga protestoyê ya HDP'ê rewa ye û wiha got: "Îfadekirina gefa qirkirinê nabe xebatên terorê."
Altinors anî ziman ku banga ji bo Kobanê rewa bû û wiha domand: “Kobanê ne tenê rojeva sereke ya Tirkiyeyê, rojeva hemû cîhanê ye. Sedema vê yekê jî rewşa awarte û gefa qirkirinê bû. Ez dikarim bêjim ku rewabûna banga HDP’ê li ser vê bingehê derketiye holê.”
Altinors bal kişand ser armanca vekirina vê dozê û wiha got: "Bi vê darizandinê hewl tê dayîn DAIŞ bê beraetkirin. Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê ji bo şermezarkirina qirkirinê tweet weşand."