Doza Esenyurtê taloqî 31’ê Çile kirin

Doza Esenyurtê taloqî 31’ê Çile kirin

Di doza der barê înşata AVM ya Esenyurtê ku şewat derketibû 11 karkerê jiyana xwe ji dest dabû de, rapora kesê zana têp ayîn. Ji ber rapor nehat, danişîna îro, ji ber geşedanek çênebû, taloqî 31’ê çile hat kirin.

Li Esenyurt a Stenbolê di înşata AVM Marmarayê de şewat derketibû û 11 karkerî jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê der barê 13 kesî de doz hat vekirin û doz li 4’emîn Dadgeha Cezaya giran a Bakirkoyê hat vekirin.

Serokê Dadgehê, ji ber ku dereng hat dozê dereng dest pê kir û pêşveçûnek di dozê de tunebû. Heyeta dadgehê der barê dosyaya ku ji kesên zana re hatibû şandin, rapor nehat. Ji ber doz taloqî 31’ê çile hat kirin.

Malbat û gumanbar tevli dozê bûn.

Doza ku 13 kes têde dihatin darizandin, de di danişîna beriya vê de Cem Yillar û Şaban Bakirci  bi yek dengî, Kadîr Altun û Abdullah Altun bi piraniya dengan hatibû tahliyekirin. Bi vî awayî di dozê de gumanbarên girtî neman.