CPT ku tê wateya "Komîteya Pêşîgirtina li Ceza yan jî Kiryarên Rûmetşikandinê yan jî Derveyî Mirovahiyê û Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê" yekane saziya navneteweyî ye ku li 46 welatên endamên Konseya Ewropayê (KE) kare bêyî destûrê ji hikumetan werbigire serdana girtîgehan bike. Ji ber ku li ser welatên Konseya Ewropayê ferz e ku deriyên girtîgehan û qereqolan ji kontrola CPT re vekin.
Dewleta Tirk ji salal 1949'an û vir ve endamê Konseya Ewropayê ye. CPT ku yek ji organên herî girîng ên Konseya Ewropayê ye, hewl dide pêşî li kiryarên xerab, kiryarên li dijî mirovahiyê û êşkenceyê bigire, ku li kesên hatine girtin têne kirin. Li gorî rapor û hişyariyên CPT welatên endam neçar in ku şert û mercên girtin û girtîgehê biguherînin. Ev yek li ser her welatekî ferz e ku Peymana Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê (PMME) qebûl kiriye.
CPT ku xwedî 50 endamên bêalî û serbixwe ne, ku pisporên derûnî, doktor, hiqûqnas û zanyarên siyasetê jî di nav de hene, yek ji muxetebên sereke yên êşkence û tecrîda dewleta Tirk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Lê belê CPT a ku diviyabû van 23 salên ji bo bidawîkirina kiryarên nehiqûqî û li dijî mirovahiyê yên li Îmraliyê gelek caran bikeve nava hewldanan, tevî ku navê 'Komîteya pêşîgirtina li êşkenceyê' lê ye, di vê pêvajoyê de mîna 'Komîteya Şopandain Êşkenceyê' tevgeriya. CPT tenê di nava çend salan de li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Îmraliyê rapor amade kir û qîma xwe tenê bi şopandina rejîma tecrîd û êşkenceyê anî.
18 meh in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. CPT di vê der barê de guh neda bangên gelê Kurd û saziyên navneteweyî. Di heman demê de raporên xwe yên beriya niha jî neşopand.
CPT ku ji sala 1999'an û vir ve bi giştî 8 caran li Îmraliyê lêkolîn kir, di hin ji van serdanên xwe de ragihand ku fikaran ji jiyan û tenduristiya Abdullah Ocalan dike. CPT piştî her serdanê li ser Îmraliyê raporên berfireh amade kir û ji bo bidawîkirina tecrîd û îzolasyonê gelek pêşniyar kir, bang li dewleta Tirk kir ku 'bikeve nava liv û tevgerê'. CPT di nava 10 salên dawî de tenê 3 caran serdana Îmraliyê kir û sala 2021'ê gava ku çû Tirkiyeyê pêwîstî bi çûyîna Îmraliyê nedît.
Kurteberiya raporên CPT ên li ser 8 serdanên Îmraliyê bi vî rengî ye:
SALA 1999: ŞERT Û MERC WÊ BANDOREKE NEYÎNÎ LI TENDURISTIYA WÎ BIKE
Heyeta CPT yekemcar di 2'ê Adara 1999'an de serdana Îmraliyê kir. Rapora têkildarî vê serdanê jî di 5'ê Gulana 1999'an de hate eşkerekirin. Di raporê de hate ragihandin ku nabe Abdullah Ocalan bi tena serê xwe li girtîgehê bê hiştin.
Têkildarî şert û mercên nebaş ên Îmraliyê de jî wiha hate gotin, "Li cihekî kes lê nîne, di bin rewşeke bi ewlekariya bilind de bi tena serê xwe tê hiştin. Ev şert û merc wê bandoreke neyînî li ser tenduristiya Birêz Ocalan bike. Ji bo pêşî li vê were girtin divê tedbîr hebin.
SALA 2001'Ê: NABE KU DI NAVA TECRÎDEKE AWARTE YA BÊDAWÎ DE BÊ HIŞTIN
Di 14'ê Îlona 2001'ê de girtîgeha Îmraliyê jî di nav de CPT serdana gelek girtîgeh û qereqolan kir. Rapora li ser mijarê jî Nîsana 2022'an bi destûra hikumeta Tirk hate eşkerekirin. CPT di vê raporê de ji bo Abdullah Ocalan got, 'nabe ku heta bi hetayê di nava tecrîdeke awarte de bê hiştin' û ji hikumeta Tirk xwest ku van şert û mercan biguherîne û derfetekê çêbike ku karibe bi girtiyên din re jî bicive.
CPT her wiha xwest ku derfetên televîzyon, radyoya ji gelek qenalan û axaftina bi telefonê ya bi xizmên xwe re ji Rêberê Gelê Kurd re bê dayin. CPT di heman demê de xwest ku Abdullah Ocalan karibe bi 'serbestî' di navbera hucreya lê dimîne û odeya li kêlekê bigere. Tevî ku 20 sal di ser vê daxwazê re derbas bûye, dewleta Tirk bi cih neaniye, di ser re tecrîd û îzolasyon girantir kiriye.
SALA 2003'AN: ASTENGKIRINA MAFÊ SERDANÊ NABE KU BÊ ASTENGKIRIN
Di destpêka salên 2000'î de dewleta Tirk timî bi gotina 'keştî xerabe ye' yan jî 'rewşa hewayê nebaş e' hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi malbatê û parêzeran re astengkirin. Hevdîtina bi malbatê û parêzeran re ku destpêkê hefteyê du caran bû, daxist hefteyê carekê, piştre jî dema hevdîtinê ji du saetan kirin saetek. Bi binpêkirina peymanên navneteweyî re hevdîtin bi hefteyan asteng kir û bi vî rengî mehane êdî carek, du caran destûr da.
CPT ku di navbera 16 û 172ê Sibata 2003'an de serdana Îmraliyê kir, rapora xwe ya di vê der barê de sala 2004'an eşkere kir û xwest îzolasyona li Îmraliyê bi dawî bibe, ji bo pêşî li astengkirina hevdîtinan ên bi hincetên biçûk bê girtin, pêşniyar kir. Di raporê de hate ragihandin ku astengkirina hevdîtinan zêdeyî sê mehan ji bo girtiyekî rewşeke cidî ye û nayê qebûlkirin.
SALA 2007'AN: DIVÊ KARIBE BI DERVE RE TÊKILIYÊ DAYNE, BÊ DERMANKIRIN
Serdana çaran a CPT a li Îmraliyê piştî h ewldana jehrdayina dewleta Tirk a li Abdullah Ocalan hate kirin. Parêzeran 1'ê Adara 2007'an li Romayê civîneke çapemeniyê lidar xistin û ragihandin tayê porê Ocalan li laboratûwarê hatiye lêkolîn û di encamê de jî tespît kirine ku madeyên kîmyewî; stonsiyûm û kronîm di asteke bilind de li bedena Rêberê Gelê Kurd hene. Ev yek jî weke jehrdayineke bi rêk û pêk pênase kirin.
Li bajarê Strasbourg ê Fransayê di Nîsana 2007'an de 18 siyasetmedar û aktîvîstên Kurd ji bo heyeteke serbixwe Abdullah Ocalan derman bike, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Di encama greva birçîbûnê ya 39 rojan û zêdeyî 100 hezar îmzeyên di nava hefteyekê de hatin komkirin, rêveberiya CPT biryar da ku heyetekê bişîne Îmraliyê.
Rapora li ser serdana CPT a 19-22'ê Gulana 2007'an piştî salekê hate eşkerekirin û ji bo Rêberê Gelê Kurd karibe têkiliyê bi cîhana derve re dayne û bê dermankirin hin pêşniyar hatin kirin. Her wiha diyar kir ku şert û mercên girtîgeha Îmraliyê li gorî serdana beriya 4 salan qet nehatiye guhertin an jî kêm hatiye guhertin.
SALA 2010'AN: TELEVÎZYON HÎNÊ NÎNE, QEDEXEYA TELEFONÊ DEWAM DIKE
Serdana Pêncemîn a CPT a li Îmraliyê, piştî ku li giravê girtîgeheke nû hate avakirin û 5 girtiyên din şandin giravê, hate kirin. Serdan di 26-27'ê Çileya 2010'an de pêk hat û Serokê CPT Maûro Palma jî di nav de hebû. Rapora vê serdanê jî heman salê meha Tîrmehê hate eşkerekirin. Ji bo Ocalan karibe di hucreyê de ronahiyê bibîne gavên divê bêne avêtin hatin pêşniyarkirin. Her wiha hate xwestin ku girtiyên nû ji girtîgeha Îmraliyê re hatine veguhastin karibin hevdîtinê bi hev re bikin.
Di raporê de hate xwestin ku mîna ji girtiyên din ên li Îmraliyê re tê dayin, ji Abdullah Ocalan re jî televîzyonek bê dayin û car carna karibe bi telefonê bi malbata xwe re biaxive.
SALA 2013'AN: CEZAYÊN HUCREYÊ YÊN DERMDIRÊJ NAYÊN QEBÛLKIRIN
CPT di 16-17'ê Çileya 2013'an de cara şeşan serdana Îmraliyê kir û di sala 2014'an de rapora xwe ya li ser mijarê eşkere kir. Di raporê de hate ragihandin, ku Abdullah Ocalan hîn jî li hucreyê ji ronahiyê û derfetê hevdîtina bi girtiyên din re bêpar hatiye hiştin û axaftina bi telefonê ya bi salan destûra wê nayê dayin, careke din xiste rojevê.
Di vê rapora CPT de her wiha hate destnîşanirin ku 'cezayê dîsîplînê' yê ku dewleta Tirk bi kêfî dide, nayên qebûlkirin. Li gorî CPT, di cezayên dîsîplînê de cezayê hucreyê yê bênavber, nabe ku zêdeyî 14 rojan bin.
SALA 2016'AN: TÊKILIYA BI DERVE RE DIVÊ HEBE
Piştî sê salan CPT di 28-29'ê Nîsana 2016'an de serdana girtîgeha Îmraliyê kir. Ev serdana xwe weke 'ad hoc' (berê nehate plankirin' pênase kir û rapora xwe ya lêkolînê di Adara 2018'an de eşkere kir. Dewleta Tirk piştî du salan destûr da ku rapor bê eşkerekirin.
Di vê raporê de CPT destnîşan kir ku di serî de Abdullah Ocalan girtiyên li Îmraliyê nikarin têkiliyê bi derve re daynin û hate gotin, hincetên 'keştî xerab ye', yan jî 'şert û mercên hewayê nebaş e' yên meqamên Tirk, ne cihê baweriyê ne.
SALA 2019'AN: QEDEXEYÊN LI ÎMRALIYÊ NAYÊN QEBÛLKIRIN
Piştî sala 2016'an, li dû rojiya mirinê ya li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û çar aliyên cîhanê Îmrali hate bîra CPT. Heyeta CPT a ji şeş kesan di navbera 6-17'ê Gulana 2019'an de serdana girtÎgehên li Tirkiyeyê kir û çû Îmraliyê. Lê belê rapora li ser vê serdanê jî piştî salekê hate eşkerkirin.
Di raporê de hate ragihandin ku hincetên ji bo astengkirina hevdîtinên malbatê hincetên xapandinê ne û ji bo di vê mijarê de gav bêne avêtin bang li dewleta Tirk hate kirin. Di raporê de hate destnîşankirin ku sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê nayê qebûlkirin.
SALA 2021: DI SERDANA TIRKIYEYÊ DE NEÇÛ ÎMRALIYÊ
CPT ku ji bo rakirina tecrîd û îzolasyona li Îmraliyê 8 caran serdana Îmraliyê kir, ji bo vê mijarê pêşniyar li dewleta Tirk kir, lê ev pêşniyarên xwe neşopand. Sala 2021'ê pêwîstî bi çûyîna Îmraliyê jî nedît. Di navbera 11-25'ê Çileya 2021'ê de CPT serdana gelek girtîgehên li Tirkiyeyê kir, lê neçû Îmraliyê.
SALA 2022: RAPORA TIRKIYEYÊ YA BÊYÎ ÎMRALIYÊ
CPT Rapora Karên Giştî ya sala 2021'ê di Nîsanê de weşand. Tirkiye jî di nav de li ser serdana li 9 welatên endam rapor hate amadekirin. Balkêş bû ku di raporê de têkildarî Girtîgeha bi Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di raporê de bi beş û agahî nehatin bicihkirin.