‘Dorpêça li Parka Yogûrtçûyê ji bo Tirkiyeyê rejîmeke ya fikirandinê ye'
Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, bal kişand ku dorpêça li himberî wan a li Parka Yogûrtçûyê, ji bo Tirkiyeyê rejîmeke ya fikirandinê ye.
Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, bal kişand ku dorpêça li himberî wan a li Parka Yogûrtçûyê, ji bo Tirkiyeyê rejîmeke ya fikirandinê ye.
Parlemeterê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar ê di çalakiya piştgiriyê ya ji aliyê hêzên demokrasiyê ve ji bo Nobeda Wijdan û Edaletê li Qada Kadikoyê lidar xistin de mafê axaftinê girt, bal kişand ku dorpêça li himberî wan a li Parka Yogûrtçûyê, ji bo Tirkiyeyê rejîmeke ya fikirandinê ye.
Di roja 2’emîn a Nobeda Wijdan û Edaletê ya HDP’yiyan a li Parka Yogûrtçûyê dabû destpêkirin, parlementerên HDP’ê dorpêç şikandin. Li ser rênedana girseyê hêzên demokrasiyê ya ketina parkên Parlementerên HDP’ê Mîthat Sancar û Nadir Yildirim çûn cem girseyê, peyam da ku ti astengî û zext wê nekare HDP’ê û gel ji hev cuda bike. Sancar ê di çalakiyê de axivî, bal kişand ku dorpêça li himberî wan a li Parka Yogûrtçûyê, ji bo Tirkiyeyê rejîma fikirînê ye, destnîşan kir ku wê di her şert û mercan de têkoşîna xwe bidomînin.
‘DIVÊ ENIYA ANTÎ-FAÎST BÊ AVAKIRIN’
Li Qada Kadikoyê bi Tirkî û Kurdî dowîzên “Hiqûqa Demokratîk nayê binpêkirin” hatin hilgirtin û bi yek dengî dirûşmên “Her der meclîs e, her der berxwedan”, “HDP gel e, gel li vir e”, “Zext nikarin me bişkînin”, “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin”, “Ji tecrîdê re na ji girtiyan re azadî”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Nûriye û Semîh ne bi tenê ne” qîr kirin. Di çalakiyê de ewilê Parlemeterê HDP’ê yê Wanê Nadîr Yildirim axivî. Yildirim bal kişand di dîroka Komara Tirkiyeyê de cara yekeme ku bi zilm û zextekî wisa re rû bir û ne, diyar kir ku bi destê desthilata AKP-MHP’ê faşîzim hate biqanûnîkirin. Yildirim diyar kir ku weke HDP’ê çalakiya li Amedê û piştre li Stenbolê dane destpêkirin gava destpêkê ya têkoşînê ne, destnîşan kir ku wê nobedê belavî çar aliyên welat bikin. Yildirim destnîşan kir ku ji bo faşîzmê têk bibin pêwîstî bi avakirina eniyekî antî-faşîzim heye û got: “Em neçarin xetekî ya têkoşînê ya xurt ava bikin. Roj roja berxwedan û serkeftinê ye. Kî li ser navê edaletê gav bavêje weke HDP’ê em ê li gel cih bigirin.”
‘BENDÊN KU LI PÊŞIYA HDP’Ê HATIN DANÎN, DÎWARÊ LI PÊŞIYA GEL HATÎ DANÎNE!’
Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar bal kişand ser dorpêça li dorî Nobeda Wijdan û Edaletê û got: “Li vir coşa kampekê heye. Me bi van bendan dorpêç kirin, me li qadekî vala ya parkê asê kirin.” Sancar ê ku destnîşan kir ku di nava her şer tû mercan de wê têkoşîna edaletê bidomînin wiha anî ziman: “Em têkoşîn, têkoşîna demokrasî, wekhevî, azadî û aştiyê ye.” Sancar îşaret bi wê yekê da ku bendên ku li parkê li dor parlementerên HDP’ê hatine pêşan, mîna dîwarê li pêşiya gel hatiye danîne, bal kişand ku dorpêça li himberî wan a li Parka Yogûrtçûyê, ji bo Tirkiyeyê rejîmeke ya fikirandinê ye. Eger ku dixwazin bi van bendan gel ji me qût bikin, em ê werin cem gel. Eger ku em bi hev re têkoşînê bikin em ê bi ser bikevin.”
‘EGER KU BI SER BIKEVIN WÊ KADIKOYÊ JÎ NEMÎNE!’
Endamê MYK’ê yê HDP’ê Mûsa Pîr jî wiha got: “Pêwîstî bi gotina tiştekê nîne, ji xwe her tişt li ber çavane. Rojnamevan ji bo nivîsînên xwe bi mehanin di girtîgehan de ne, ji bo ku Nûriye û Semîh ji kar hatine dûrxistin, bi mehane di gireva birçîbûnê de ne. Tirkiye gav bi gav ber bi pêvajoya zextan ve diçe. Nebêjin tiştek b ime nayê, cil û bergên jinan kirin hincet êrîş kirin, destavêtin zarokan, li ser gorên Ermeniyan tualet çêkirin, di rewşekî wiha de sîstema ku dixwazin ava bikin û bi ser bixin wê Kadikoy jî nemîne, êdî hûn nikarin bi ya dilê xwe bijîn.”
KETINA PARKÊ WEKE ROJA SERDANA GIRTIYAN LÊHATIYE!
Li aliyê din meşa rêxistinên pişeyî ku xwestin ji pêşiya peykerê Boga yê Kadikoyê heta Parka Yogûrtçûyê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Polîsên ku rê didin ku kesên serbixwe biçin nava parkê, ji ber pêkanîna dorpêçê mîna rojên serdanê yên girtîgeha tînin bîra mirov, li ketina parkê de welatî bi sîstema GBT’ê re tê derbaskirin.