DKP/Birlik bi peyamekê Newroz pîroz kir
DKP/Birlik bi peyamekê Newroz pîroz kir û got, ''Divê bi xeta têkoşînê li qadên Newrozê were geşkirin.''
DKP/Birlik bi peyamekê Newroz pîroz kir û got, ''Divê bi xeta têkoşînê li qadên Newrozê were geşkirin.''
Partiya Komunarên Şoreşger (DKP)/Birlik ji bo Newrozê daxuyaniyeke niviskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin Newroz weke her salê îsal jî ji bo gelên Kurdistanê û Tirkiyê weke alaya azadî û rizgariyê li ba dibe û hate gotin, ''Agirê ku Kawayê Hesinka pêxistinî çi kesê ku zilma zalim li ser wan heye bang li wan dike ku li ber xwe bidin. Duh agirê ku Kawa pêxistî çawa ku li dijî Dehaqê zalim weke banga serhildanê geş bû, îr ojî berxwedana ku gerîla û pêşenga şoreşê li çolteran û li bajaran geş kirî li dijî rejîma faşîst weke bangeke serhildanê geş dibe.''
Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên partiyê û dostan kir ku bi rengekî çalak tevlî Newrozê bibin û hate gotin, ''Hişmendiya pêşeng ku rêbazên rojane yên tecrîda faşîzmê bêkêr dikin, vê destnîşan dikin, nîşan didin û hîn dikin, divê li ser mijara ku vê wesfa xwe di pratîka-xwede de jî bi zeraqî nîşa bide...Li dijî operasyonên qirkirina siyasî û zextan a li ser Tevgera Azadiya Kurdsitanê bi xeta piştevanî û berxwedaniya çalak, di serî de li Newrozê li her deverê geş bike.''