Diyaneta Tirk ji bo kuştina Kurdan dia kir
Çawa ku Seddam navê kuştina Kurdan kiribû ‘Enfal’ Diyaneta Tirk jî ji bo dagirkirina Efrînê dia dike.
Çawa ku Seddam navê kuştina Kurdan kiribû ‘Enfal’ Diyaneta Tirk jî ji bo dagirkirina Efrînê dia dike.
Mînaka faşîzma reş a AKP’ê ku Îslam kiriye şûrê nîjatperestiya Tirk di hewldana dagirkirina Efrînê de xuya kir. Serokê Diyaneta Tirk Prof. Dr. Alî Erbaş ji hemû mizgeftan re talîmat şand da ku Sûriya Fethê bixwînin.
Erbaş bi fermana ku ji mizgeftan re şandî xwest ku ji bo leşkerên ku tevlî hewldana dagirkirina Efrînê bûn Sûreya Fethê were xwendin.
Li mizgeftên Tirkiyê ev ferman hate pêkanîn û her wiha Erbaş jî li Mizgefta Hecî Bayran a Enqerê di nimêja sibehê de ji bo kuştina Kurdan dia kir.