'Dixwazin herêmê ji gelên qedîm vala bikin'

"Daxwaza Suryaniyên Rojhilat-Rojava çawa ku duh zelal bû, îro jî zelal e: TC ji ber sûcên ku di dîrokê de kiriye bila were darizandin, hesab jê were xwestin!"

Nivîskar-lêkolîner Jan Bet-Şawoce got desteserkirina malên Suryaniyan ên li Mêrdînê berdewamiya polîtîkaya dewleta Osmanî ya ku xwe li ser xwîna gelên ne Misilman ava kiriye û hikûmeta AKP’ê jî vê polîtîkayê dike. Şawoce her wiha got tê xwestin ku herêmê bi temamî homejen bikin û ji gelên qedîm vala bikin.

'OSMANIYAN XWE LI SER XWÎNÊ AVA KIRINE'

Hikûmeta AKP’ê dest li ser gelek avahî, erd û saziyên Suryaniyan danî û dewrî Diyanetê kir. Lêkoloîner-nivîskar Şawoce li ser vê polîtîkayê got: "Osmaniyan polîtîkayên xwe li ser civakên ne misilman ava kirine. Ev di dîrokê de tim bi kaosê pêk anîne, dest li ser mal û milk danîne û hewl dane ku rihê mirovan radest bigirin. Piştre jî ji bo ku ji bîra xwediyê wan bibin û careke dî bi bîra wan eyê derfetên nivîsandina wê jî ji holê rakirine. Û piştî ku 2-3 nifş di ser re diçin mixabin ku ser tê girtin. Heke dêr, manastirên berê bi salan bikin mizgeft, avahiya hikûmetê û hwd. mirov wê çawa li ser pêşeroja xwe, dîroka xwe bifikirin?"

'DIXWAZIN HERÊMÊ BIKIN TIRK Û MISILMAN'

Şawoce bi domdarî got: "Mînak îro qijleya leşkerî ya Midyadê heta Sayfo Manastira Mor Sarbel bû. Mizgeft Dêra Nastûrî bû. Avahiya Şaredariyê ya berê Dêra Kildaniyan bû. Mala Gel ya berê Mêvanxaneya Protestanan bû. Li Mêrdîn, Amed, Sêrt, Colemêrg, Cizîr, Riha, Semsûr, Nisêbîn, Şirnex, Bedlîs, Wan û hwd. jî avahiyên wiha hene. Bi destê dewletê karekterê wan hate guhartin.

Li bajarên mezin wiha li avahiyên Rûm, Ermen, Pontus, Ibranî jî kirin. Ayasofya mînaka vê ye.

Armanc ew e ku Mezopotamya, Ermenîstana Roajva û Egeyê homojen bikin. Ango dixwazin îmajeke wiha çêbikin ku ji destpêkê ve ev der Tirk û Misilman bû. Bi vê jî dixwazin daxwazên heq ên xwediyên wan werin astengkirin."

'BILA JI TC’Ê HESAB WERE XWESTIN'

Şawoce li ser daxwaza gelê Suryanî jî wiha got: "Daxwaza Suryaniyên Rojhilat-Rojava çawa ku duh zelal bû, îro jî zelal e: Komara Tirkiyeyê (TC) ji ber sûcên ku di dîrokê de kiriye bila were darizandin, hesab jê were xwestin!

Gotin 'Li xaka xwe vegerin!', 'Werin gundên xwe ava bikin', 'Li gundê xwe bi cih bibin'. Gelek mirovan ji wan bawer kir, vegeriyan. Bi hezaran bela bi ser wan de hatin û hê jî ev bela didome.

Baweriya me ya bi dewletê bû bêbaweriya mezin. Mixabin dewletê bi xwe kir ku ev wiha bibe."