Dîwarên şermê yên cîhan parçe kirine

Dîwarên şermê yên cîhan parçe kirine

Ji serdemên antîk heta cîhana me ya îro, mirovan dest ji lêkirina dîwaran bernedan. Yekemîn dîwarê antîk ê hatiye kifşkirin xwedî girîngiyeke sembolîk bû. Lê dîwarên piştî wê hatin lêkirin xwedî armanc in. Dîwarên di cîhana nûjen jî bûn "dîwarên şermê". Piştî hilweşîna Dîwarê Berlînê ku weke "Dîwarê şermê" dihat naskirin, mirovahiyê dersên pêwîst jê dernexist û lêkirina dîwaran dewam kir. Dîwarê dawî yê cudakar û nîjadperest ji aliyê Tirkiyê ve ji bo parçekirina Kurdan li ser sînorê Sûriyê tê lêkirin. Dîwarê destpêkê yên di dîrokê de jî, dîsa li vê cografyayê li Sûriyeya îro hatin lêkirin.

Bedenê Çînê ku B.M. (Beriya Mîladê) di sala 70 de hat lêkirin an jî Dîwarê Hadrîen ê li bakurê Îngilîstanê sînorên herî diyar ên serdema antîk in. Bilindahiya Bedenê Çînê ku di sala 2007'an de weke yek ji Heft Newazeyên Cîhanê hatibû hilbijartin, di navbera 4 û 6 metreyan de diguhere. Stûriya bingeha wê 6 metre stûriya jorê wê 6 metre ye. Li gorî raporek di sala 1990 de hat weşandin, dirêjahiya wê 6.700 km ye. Li her 200 metreyê kûle yan jî qeleheke çavdêriyê heye, li her 9 km'yî kûleyeke çira balê dikşîne.

Dîwarê Hadrîen ku Latîniya wê Vallûm Alelîûm e, di sala 122 a B.M. de ji aliyê Romayiyan ve hat lêkirin. Li dijî êrîşên kabîleyên Kaldonyayî yên li Skoçyayê, ji bo parastina başûrê giravê ji aliyê Îngilîstanê ve hatiye lêkirin û girav ji rojhilat-rojava parçe kiriye. Ev dîwar di sala 1987'an de li Qadên Mîrateya Cîhanê ya UNESCO hat zêdekirin.

DI DÎROKÊ DE DÎWARÊ YEKEMÎN LI SÛRIYÊ HAT LÊKIRIN

Pêwistiya astengkirina (sînorkirin) herêmeke berfireh xwe dispêre demên berê. Di sala 2011'an de ekîbek Fransî-Sûriyeyî dîwarek kifş kirin ku ev dîwar dirêjî yek ji şaristaniyên destpêkê yên mezopotamyayê dibe. Ev dîwarê ku ji bakurê Sûriyê heta başûrê wê dirêj dibe, 220 km dirêj e. Dîwarê antîk, xirbeyên qelehekê bi qûntarên Çiyayên Antî-Lubnan (Rêzeçiyayên Rojhilatê Lubnanê) ve girê dide. Ji hin seramîkên hatin diîtin û bi qasî ku ji hin nuqteyên dîwar hatin fêmkirin, dîwar B.M. di navbera salên 2400 an jî 2000 de hatiye lêkirin. Hin beşên vî dîwarî yên ji kevirê kilsê hatin çêkirin, demeke dirêj li ser piyan nema. Lêkolînerên Fransî-Sûriyeyî li gorî daneyên bidestxistin diyar kirin ku ev dîwar ne bi armanca parastinê hatiye çêkirin, xwedî karektereke sembolîk e. Çavdêriyên arkeologan nîşan didin ku ev dîwar bêguman du cvak ji hev cuda kirine: Cotkarên li rojava û koçberên li rojhilat ên heywan xwedî dikirin. 

Dîwarên antîk di roja îro de weke avahiyên dîrokî mane, piştî dîwarên bi armanca çandinî û parastinê, cîhana nûjen dest bi lêkirina dîwarên şermê kir. Lê belê dîwarên cîhana nûjen lê kirine, ji ti pirsgirêkan re nebûne çareseriyek rasteqîn. Dîwarên li dijî koçberiyê hatin lêkirin, nekarî pêşî li koçberiyê bigire. Dîwarên ji bo tepisandina daxwazên rewa hatin lêkirin, nekarî van daxwazan asteng bikin. Sînorên ku bi armanca parçekirina gelan hatin xêzkirin jî, bi kêr nehatin. Li gel vê, hêm dîwarên psîkolojîk hem jî dîwarên fîzîkî yên hatin lêkirin, her tim mirovahî biçûk xistin.

DÎWARÊ BERLÎNÊ

Yek ji şermên herî mezin ên cîhana nûjen Dîwarê Berlînê bû. Di dema Şerê Sar de ji bo dewletên Ewropî yên di bin bandora Sowyetê û dewletên Ewropî yên Rojava ji hev veqetîne hat lêkirin û beşa herî mezin a vî dîwarî bi sînoreke ji elektrîkê hatibû rêzkirin. Sektora herî zexm a vî sînorê bi navê "Perdeya Hesin" Dîwarê Berlînê bû. Ev dîwarê ku nîşaneya herî berçav a şerê sar bû, ji bo rojavayê welêt ji bo Elmanan "dîwarê şermê" ji bo rojhilat jî "dîwarê parastinê yê antîfaşîst" bû. Ji aliyê Komara Elmanya ya Demokratîk ve di 12-13'ê Tebaxa 1961'an de li navenda Berlînê karê lêkirina vî dîwarî destpê kir. Dîwarê 155 km dirêj, xwedî wesfekek leşkerî bû. Li vî dîwarê 3,6 metre bilind, 302 kûleyên çavdêriyê û navgînên alarmê hebûn. 14 hezar parastvanên sînor, 600 kûçik û têlên bi histrî yên ber bi jorê ve bilind dibûn, hebûn.

Di 9'ê Mijdara sala 1989'an de meqamên Elmanya Rojhilat da xuyakirin ku her kesên dixwazin derbasî Ewropa Rojava bibin, dikarin di deriyên sînor ên navbera her du Elmanya de derbas bibin. Saet di 22.00 de bi hezaran Berlînî li ber dîwar hatin cem hev û yek bi yek derî vekirin. Du roj beriya vê di 7'ê Mijdarê de mîlyonek çalakger daketin kolanan û rê li ber îstifaya kolektîf a hikûmeta komunîst a li Rojhilatê Berlînê vekiribûn. Ev dîwarê ku piştî parçebûna 28 salan a rojhilat û rojavayê Elmanyayê hat hilweşandin, piştre komunîzma Sowyetê jî hilweşand. Ya ku hilweşiya ne bi tenê dîwar bû, yên dîwar lê kirin jî di bin de mabûn.

DÎWARÊ FAS'Ê

Her çend hilweşandina Dîwarê Berlînê herikîna dîrokê ji aliyekî ve guhert jî, cîhana nûjen dersa pêwîst ji vê dernexist. Bi sedemên cuda dîwarên şermê her lê kirin. Dîwarê Fasê yê li Rojavayê Sahara hat lêkirin, li dijî hesreta rizgariyê ya Sahrayiyan hatibû çêkirin. Ev dîwar weke "dîwarê xîz", "dîwarê parastinê", "dîwarê ewlekariyê" yan jî "dîwarê şermê" hat binavkirin. Ev dîwar di sala 1980 de hat lêkirin û di sala 1987'an de temam bû. Bi vê yekê re mêtîngeriya berê Spanî ya li se Fasê hat destnîşankirin. Ev dîwarê ku ji aliyê civaka navneteweyî ve nehat naskirin, bi alîkariya pisporên Emerîkî û Îsraîlî ve hat lêkirin. Dîwarê şermê yê herî kêm 2.750 km dirêj bû ji aliyê 180 hezar leşkerên Fasî ve hat bihêzkirin. Her wiha bataryayên topavêj, maşînên zirxî, sîstema radar û sîstemên sofîstîk ên heta 60 km'yî tevgerê tespît dikir, li dîwar hatibûn bicihkirin. Ji bo qaşo êrîşên Eniya Polîsarîo ya li dijî dagirkeriyê têdikoşe asteng bike, tank, balafirên şer û helîkopter di rewşa şer û amade de dihatin rawestandin. Eniya Polîsarîo ya di sala 1973'an de li dijî dagirkeriya Spanî hat avakirin, ji sala 1975'an û vir ve ji bo kontrola Rojavayê Sahra li hemberî Fasê mûxalefetê dike.

"BENDÊN EWLEKARIYÊ" YÊN ÎSRAÎLÊ

Gotina "Dîwarê Şermê" di roja îro de herî de ji bo dîwarê Îsraîlê tê bikaranîn. "Benda Ewlekariyê" kuk di havîna 2002'an de bi hinceta parastina Îsraîlê ji êrîşên gengaz ên ji Şerîa Rojava û astengkirina derbasbûna milîtanan hat çêkirin ji aliyê Fîlîstînî û alîgirên aştiyê ve weke Dîwarê Şermê tê binavkirin. Beşek mezin a dîwarê bi dirêjahiya 750 kîlometreyî ji têlên bi ewlekariyeke bilind hatiye girtin, ji sedî 5 dîwar jî ji dîwarên beton ên bi metreyan bilind, pêk tê. Fîlîstînî ji bo vî dîwarî navê "Dîwarê Apartheîd" bikar tîne. Ev dîwarê ku navê wî yê fermî "Benda Ewlekariyê" ye ji bo Îsraîliyan serbest e, lê ji bo Fîlîstînî karibe xwe nêz bike divê yan li nêzî wê rûniştî be yan jî bi xwedî belgeyên destûrê bin. Ev dîwar hem di warê siyasî hem jî di warê însanî de rê li ber nerazîbûnan vedike. Di van rojên ku di navbera Fîlîstîn û Îsraîlê de muzakereyên aştiyê tên meşandin de Îsraîlê xwest, dewleta Fîlîstînê ya pêşerojê, li gorî sînorên vî dîwarî yên bajarên Cihû û Fîlîstîniyan ji hev qut dike, were avakirin. Nûnerên Fîlîstînê jî di muzakereyan de dixwazin sînorê dewleta wan li gorî sînorê Îsraîl-Urdun ên sala 1967'an be.

DÎWARÊ KORE

Li aliyekî din ê cîhanê, li herêmeke ji leşkeran hatiye paqijkirin ji agirbesta 1953'an (Panmunjeom) û vir ve Başûr û Bakurê Koreyê ji hev vediqetîne. Şerîda ku dirêjiya wê 248 km, firehiya wê 4 kîlometre ye, wezîfeya herêma tampon dibîne. Herêma mayinkirî ku tê texmînkirin hejmara wan nêzî mîlyonekê ye, ji aliyê 700 hezar leşkerên ji Koreya Bakur û 410 leşkerê ji Koreya Başûr ve tê şopandin. Emerîkî jî alîkariyê didin Koreya Başûr. Ev dîwarê ku şopên Şerê dema Sar lê heye, bi Perdeya Hesin a perê ve tê şibandin.

HERÊMA KESK A LI QIBRISÊ

Herêma Kesk ji sala 1974'an û vir ve Komara Qibrisê ji parçeyê rojhilat ê di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye, vediqetîne. Paytexteke Yekitiya Ewropayê ya ji 27 endaman, bi vê dagirkeriyê re bûye du parçe. Ji sedî 30 ê Qibrisê di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye. Berfirehiya vê herêma bêleşker a li bi dirêjiahiya 180 km'yî li navenda Lefkoşayê 3,3 kîlometre, li gundê Athîenoû dibe 7,4 km.

"DÎWARÊ AŞTIYÊ" YÊ LI ÎRLANDAYÊ

Li Îrlandayê "Dîwarê Aştiyê" yan jî "Xetên Aştiyê" di serî de bajarê Belftast ê li Bakurê Îrlandayê, taxên Katolîk û Protestanan bi hin rêze bendan ji hev vediqetîne. Tê îdîakirin ku bi vê yekê re tê xwestin ku di navbera herdu civatan de pêşî li tundiyê were girtin. Dirêjahiya dîwar ji çend sed metreyî heta 5 km'yî ye. Îro 99 "dîwarên aştiyê" hene. Hikûmeta Bakurê Îrlandayê di daxuyaniya xwe ya 9'ê Gulana 2013'an de soz da ku ewê di nava 10 salan de van dîwaran hilweşîne.

Erebîstana Siûdî jî li ser sînorê xwe yê bi Iraqê de ji sala 2006'an û vir ve dîwarên qelehan lê dike. Dîwarên din ên girîng jî li dijî koçberiyê hatin kirin.

POLÎTÎKAYA KOÇBERIYÊ YA EWROPA

Benda Ceûta yan jî bi zimanê Spanî "Valla de Ceûta" bajarê otonom Ceûta yê li ser peravên Efrîka di navbera Fas û Spanyayê de cih digire, ji hev vediqetîne. Bi vî dîwarî re tê xwestin pêşî li koç û koçberiya qeçax were girtin. Ev dîwarê ku bi 33 mîlyon Euro'yî hat çêkirin, ji dîwarên rastehev ên 12 km'yî pêk tê. Bilindahiya dîwar 6 metre ye û ser wê bi têlan hatiye girtin.

Di Polîtîkaya Koçberiyê ya Ewropayê de weke yek ji dîwarên herî diyar ên roja me, balê dikşîne. Di nava 20 salên dawî de nêzî 25 hezar koçberên hewl dan xwe bigihêjîn Ewropayê li Derya Spî fetisîn. Lê belê koçberî ranewestiya. Mîna ku di serdemên dîrokê de ti dîwar nikarîbûn li ser piyan bimînin, ev dîwar jî diderize û li rê û rêbazên nû tê gerîn.

DÎWARÊ DYE-MEKSÎKA

Bi armanca astengkirina koçberiyê di sala 2002'an de di navbera DYE û Meksîkayê de dest li lêkirina dîwar hat kirin. Dîwarê yekemîn xwedî dirêjahiyeke 130 km'yî ye û vî dîwarî ji sedî 25 koçberiya ji Meksîkayê asteng kir. Di payiza 2006'an de dest bi dirêjkirina dîwar hat kirin û heta sala 2007'an dîwar 455 km dirêj bû. Tê xwestin ku ev dîwar 1.120 km were dirêjkirin. Sînorê ku dirêjahiya wê 3.141 km dirêje, wê bi vî rengî ji nîvê wê zêdetir bi dîwar were girtin. Bilindahiya dîwarê ji sîlîndîrên hesin 5 metre ye. Li dîwar 1.800 kûleyên çavdêriyê hene û 18 hezar kes ji bo karê çavdêriyê lê wezîfedar in.

DÎWARÊ DAWÎ

Dîwarê dawî yê cîhana nûjen, ji aliyê Tirkiyê ve di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de tê lêkirin. Li cihê ku beriya 4 hezar salan dîwar hat lêkirin, dîwar lê dike. Lê vê carê bi armanceke cuda. Dîwarê ku di navbera bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê û navçeya Nisêbîn a Bakurê Kurdistanê de tê lêkirin, ji aliyê Kurdan ve weke "dîwarê şermê" hat binavkirin. Navê wê yê fermî "dîwarê ewlekariyê" ye. Armanca wê; di demeke ku sînorên sunî yên di salên Şerê Yekemîn ê Cîhanê de hatine çêkirin hildiweşin de, astengkirina kombûna Kurdan e û ji nû ve veqedandina wan e. Ev dîwarê ku weke dewama polîtîkaya nîjadperest û cihêkar tê dîtin, bi berxwedanê rastî nerazîbûnê tê. Kurd dibêjin mîna "Dîwarê Berlînê" ewê vî dîwarî hilweşînin. Hilweşandina vî dîwarî jî dê bêguman herikîna dîrokê biguherîne. Yên ku di binê dîwar de bimînin jî dê ew kesên dîwar lê kiribin, bin.