"Dîwarê şermê" li Stenbol, Colemêrg û Wanê hat protestokirin
"Dîwarê şermê" li Stenbol, Colemêrg û Wanê hat protestokirin
"Dîwarê şermê" li Stenbol, Colemêrg û Wanê hat protestokirin
Li Stenbol, Colemêrg û Wanê li dijî darvekirinên rejîma Îranê û "Dîwarê Şermê" yê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de tê lêkirin, çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.
STENBOL: Endamên Komeleya Piştevaniya Oldar û Aliman (DÎAYDER), der barê darvekirina 2 ciwanên kurd ên ji aliyê Rejîma Îranê ve û "Dîwarê Şermê" yê ku di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de tê lêkirin de, li avahiya komeleyê ya Şîrînevler a Stenbolê daxuyaniyê da çapemeniyê. Di civînê de Gelek oldar û endamên DÎAYDER'ê amade bûn. Rêveberê komeleyê Mele Ekrem Baran diyar kir ku tu eleqeya dewleta Îranê û Îslamê bi hev tune ye û wiha got: "Di vê pêvajoyê de 304 kes hatin darvekirin. Ev komkujî ye. Divê ev pêkanîn bi dawî bibe. Em dewleta Îranê şermezar dikin. Em dîwarê li Nisêbînê jî şermezar dikin."
Rêveberê DÎAYDER'ê Îmam Riza Ogur jî anî ziman ku ji ber Îranê 2 kurd darvekirine em rejîma Îranê şermezar dikin.
COLEMÊRG: Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê jî bi heman armancê çalakî pêk anî. Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê li avahiya BDP'ê ya bajêr civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Serokê BDP'a Colemêrgê Rahmî Kurt diyar kir ku ji bo li dijî avakirina "Dîwarê Şerme" yê di navbera Nisêbin û Qamişlo de tê lêkirin derkevin û jibo piştgiriye bidin Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan dê di 6'ê Mijdarê de biçin Nisêbînê. Kurt da zanîn ku dê di 6'ê Mijdarê de li Pira Gêmanê kom bibin û biçin Nisêbînê.
WAN: Rêxistina BDP'ê ya Erdîşa Wanê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê ya Erdîşê daxuyanî da çapemeniyê. Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê de Rêveberên KURDÎ-DER, TUHAD-DER, Egîtîm Senê û gelek kesên din amade bûn. Di çalakiyê de Serokê BDP'a Erdîşê Abidin Încî diyar kir ku diwarê şermê di dîroka cîhanê de nehatiye qebûlkirin û dê qebûl nekin.