‘Divê kesên agahiyên dewletê belavkirin bên parastin’
‘Divê kesên agahiyên dewletê belavkirin bên parastin’
‘Divê kesên agahiyên dewletê belavkirin bên parastin’
Li Almanyayê mijara parastina mirovên ku di mijara pêkanînên derveyê kanûnê yên şîrketên taybet û saziyên dewletê de agahî belavkirin de, tê nîqaşkirin. Rêxistina Zelalbûnê ya Navnetewî daxwaz kir ku kesên agahî belavkirine bila bên parastin.
Seroka Rêxistina Zelalbûnê (Transparency Internatîonal) Edda Muller ku der barê mijara têkoşîna li hemberî nelêritiyê xebatan dimeşîne, bang li hikûmeta alman ki rku bila rêbazên ku kesên agahî belavkirine jî dihundirîne biparêze.
Ev pirsgirêk bi taybetî piştî ku qeydên telefon û Înternetê ya NSA’yê a Edward Snowden di çapemeniyê dehat belavkirin, ket rojevê.
Xebatkarê berê û sîxurê CIA yê berê Edward Snowden di 6’ê hezîranê de bernameya bi navê PRISM (Prîzma) ya ji aliyê NSA û Ofîsa Lêpirînê ya Federal (FBI) dihat bikaranîn deşîfre kir. Ev bername j ibo guhdarkirina telefon û şopandina bikarhênerên înternetê tê bikaranîn. Snowden belgeyên der barê vê guhdarîkirinê dabû çapemeniyê.