"Divê huner ji bo gel were kirin"
"Divê huner ji bo gel were kirin"
"Divê huner ji bo gel were kirin"
Komîteya Çand û Hunerê ya KCK’ê, di peyama xwe ya ji bo 4. Konferansa TEV-ÇAND’ê de destnîşan kir, ku çand û huner bi têgihiştineke takekesî çê nabe û got, “Divê huner ji bo gel were kirin.”
Ji bo 4. Konferansa Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê ya Ewrûpa (TEV-ÇAND)‘yê, ku li bajarê Elmanya Dusseldorfê bi beşdariya bi dehan delegeyan pêk tê, Komîteya Çand û Hunerê ya Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê peyamek şand. KCK’ê di peyama xwe de bi taybetî bal kişand ser qirkirina siyasî ya li ser Kurdan û diyar kir, ku ji bo li dijî vê qirkirinê, divê hunereke gelperest bê afirandin.
Komîteya Çand û Hunerê ya KCK’ê ragihand, ku serketina di xebatên çand û hunerê de tê wateya qezençkirina nêrîn û giyana civakê.
KCK’ê diyar kir, ku divê xebatên çand û hunerê li gorî pêdiviyên pêvajoya çareseriyê were xurtkirin û got, “Ji ber ku pêvajo guherî ye. Rol û wezîfeya qadên xebatê guherîne. Rol û wezîfeya xebatên çand û hunerê jî, di vê pêvajoyê de qat bi qat zêde bûye.”
Komîteya KCK’ê da xuyakirin, ku qada çand û hunerê bi helwesta takekesî nayê pêşxistin û destnîşan kir, ku ev qada xebatê qada sazîbûn gelbûyînê ye.
KCK’e destnîşan kir, ku hunermend tê wateya kesê ku jiyana xwe bi jiyana gel re kiriye yek.
Komîteya Çand û Hunerê ya KCK’ê bal kişand ser pirsgirêkên rêxistinbûyînê û ev xal destnîşan kir; “Eger di lîstikeke şano de, di sehneyeke fîlm de, di xebateke hunerî de, di lîstikeke govendê de dîsîplîn, ahengî û kolektîvîzm nebe, ew xebat bi ser nakeve. “
Komîteyê destnîşan kir, ku divê pirsgirêka dûrketina ji civatê ya xebatên çand û hunerê were çareserkirin.
Komîteyê her weha rexne kir, ku di dema dawî de hejmara hunermendan zêde nabe û ev yek weke pirsgirêke ciddî bi nav kir, ku divê ji holê bê rakirin.