‘Divê her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bide’
Endamê Komîsya Hilbijêran a Rêxistina Bajêr a HDP'ê Vedat Erîn, bang li hilbijêrên Edene kir û got, ''Nebêjin bi dengê min serkeftin nayê. Divê her kes biçe ser sindoqê û dengê xwe bide''.
Endamê Komîsya Hilbijêran a Rêxistina Bajêr a HDP'ê Vedat Erîn, bang li hilbijêrên Edene kir û got, ''Nebêjin bi dengê min serkeftin nayê. Divê her kes biçe ser sindoqê û dengê xwe bide''.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê sibê hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê tê kirin, Endamê Komîsya Hilbijêran a Rêxistina Bajêr a HDP'ê Vedat Erîn, bang li ciwan û xwendekaran kir. Erîn wiha got; “31’ê Adarê divê her kes biçe ser sindoqê û dengê xwe bide. Em dixwazin vê peyamê bidin gelê xwe; dengek dengek e. Divê her kes biçe ser sindoqê û dengê xwe bide. Neçûyîna ser sindoqan û deng nedayîn wê ji tifaqa AKP-MHP’ê re were nivîsandin.
Nebêjin bi dengê min serkeftin nayê. Nebêjin bi dengê min titşek nabe. Her kes divê biçe ser sindoqê û dengê xwe bidin namzetê ku hêzên demokrasiyê nîşan dane. Her dengê ku em bidin ji bo me wê bibe destkeftiyek. Di heman demê de wê pêngavekî ya paşve vekişandina tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê be.”
AMADEKARÎ TEMAM IN
Erîn got dengê gelê Kurd wê di van hilbijartinan de rolê diyar ker bileyze û wiha domand; “Em komîsyona hilbijartinê heta sibeha 1’ê Nîsanê em ê xebatên xwe bidomînn. Em li tax, kolan û mal mal digerin. Em ji gelê xwe re dibin alîkar ku wê çawa deng bidin. Perwerdehiya me ya ji bo sindoqan jî didome. Hema bêje têkildarî hemû pirsgirkên ku roja hilbijartinê çêbibin amadekariyên me temam in.”