‘Divê girtiya nexweş a giran Tokmak bê berdan’

Vê hefteyê di çalakiya ‘Rûniştina F’ de daxwaz hate kirin ku girtiya giran nexweş Fatma Tokmak bê berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 452’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” lidar xist. Ji ber vîrûsa koronayê çalakî li ser medya dijîtal hat lidarxistin û vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmak. Parêzera Tokmak, Jiyan Tosûn jî beşdarî daxuyaniyê bû.

Endama Komîsyona Girtîgehan Nûray Şîmşek daxuyaniya vê hefteyê xwend û diyar kir ku her roja ku diçe binpêkirinên mafan li girtîgehan zêde bûne û astengkirina mafê jiyanê û tenduristiya girtiyan jî gihîştina asta tehdîtê û ji ber vê jî mirina girtiyên nexweş zêde dibin.

Şîmşek anî ziman ku Fatma Tokmak di sala 1996’an de hatiye girtin û cezayê girankirî lê hatiye birîn û ji wê demê ve tevî hemû neheqiyan jî girtî ye. Şîmşek destnîşan kir ku gelek nexweşînên Fatma Tokmak hene û ji ber koronayê tedawiya wê hatiye astengkirin û ji ber vê yekê rewşa wê nebaş dibe û xwest Tokmak û girtiyên nexweş demildest werin berdan.