'Divê dewlet nêzîkatiya xwe ya li dijî birîndarên Kobanê biguherîne'

'Divê dewlet nêzîkatiya xwe ya li dijî birîndarên Kobanê biguherîne'

Komîsyona Tenduristiyê ya KCD’ê, der barê astengkirina dermankirina Kobaniyên bi birîndarê anîn Tirkiyeyê de daxuyaniyek dan û hat gotin ku divê divê rayedarên dewletê demildest dest ji vê pêkanînê berdin.

Komîasyoan Tenrduristiyê ya KCD’ê der barê astengkirina dermankirina nexweş û birîndarên Kobanê de daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê ketiye roja 80’ê û got: “Komara Tirkiyeyê êdî ji alî hemû cîhanê ve tê zanîn ku piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Bi berxwedana ku li Kobanê tê dayîn hemû polîtîkayên Tirkiyeyê têk çûne.”

Komîsyonê di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku ligel hemû çekên giran û teknolojîk, li Kobanê gel berxwedanek mezin nîşan didin û sivîlên di ku berxwedanê de birîndar dibin û pirsgirêkên tenduristiyên dijîn, derfetên wan yên dermankirinê zehmetin û got: “Di pêvajoya şer de Kobaniyên ji Pirsûsê hatine rastî pêkanînên dij mirovane yên polîs û leşkeran tê.

Kobaniyî ji bo qeydên wan yên nexweşxaneyê, qeydên AFAD, tespîta nasnameyan, rêça tiliyan girtin, kişandina wêneyan, bi giranî birîndarbûn ferq nake dibin qerekolan îfadeyên wan tên girtin û yên ku l malên xwe tên dermankirin jî rastî serdegirtinê tên.”
Komîsyonê da zanîn ku Kobaniyên ku rastî van pêkanînan tên, xuyaye ku li dijî Kobaniyan bêtehemuliyek heye.

Komîsyona Tenduristiyê ji bo rayedarên ku gotibûn ‘Me 200 hezar mirov hembêz kiriye, em her cureyê hewcedariyên wan pêk tînin’ jî pirsa ‘ Gelo we dermankirina çend nexweşan girt serxwe?, Hun alîkariyê didin çend malbatan? Çend kon, nexweşxane, dibistanê wek hene? pirsî û got ku bersivê bo van pirsan bê dayîn dewlet 200 hezar mirovahî hembêz nake û berovajî vê wek dijmin lê dinêre."