Hilbijartinên Iraqê pêk hat. Di demeke nêz de ew ê li federasyona Kurdistanê jî hilbijartin pêk were. Li gorî encamên hilbijartina li Iraqê ev tişt derdikeve holê ku ew ê îradeyek li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê hebe. Gelek parlementerên li Başûrê Kurdistanê dengê xwe ji dagirkeriya Tirkan re nakin, lê tifaqa ku Sadr pêşengiya wê dike, ew ê dagirkeriya Tirkan qebûl neke. Ji ber ku li dijî mudaxeleya Îranê derketine ew ê zêdetir li dijî mudaxeleya Tirkiyeyê derkevin.
Tirkiye wekî ku axa kevn a Osmaniyan a wê be, tevdigere. Dixwaze ew bi xwe Sûriye, Iraq û Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bike. Bi zextên leşkerî û siyasî, li Sûriye û Iraqê polîtîkaya xwe ferz dike. Vi tiştî tenê nabêje. Di dagirkeriya Efrîn û Bradostê de vî tiştî bi eşkere dike. Îradeya jiyana azad û demokratîk a Êzidiyan jî qebûl nake, dibêje ez ê Şengalê jî dagir bikim.
Dewleta Tirk dixwaze têkeve Qendîlê. Ji ber ku fêm kir di hilbijartina 24’ê Hezîranê de ew ê têk biçe, bi alîkariya PDK’ê ew ê bixwaze li ser girekî ku di navbera PDK û gerîlayan de ye, alaya xwe biçikîne. Bi alîkariya PDK’ê bi çikandina alayekê ew ê bibêje ku ez ketime Qendîlê. Ji ber ku li gorî Tirkiyeyê çikandina alayê gelekî girîng e. Dewleta Tirk bi ketina Bradostê, bi ketina qadên din ên Başûrê Kurdistanê dixwaze îradeya Kurdan bişkîne. Heke gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî vê dagirkeriyê dernekeve, ew ê îradeya wê bişikê. Jixwe li Başûr feraseteke wisa heye ku, her tiştî ji derve dixwazin. Heke li Başûrê Kurdistanê vê rewşa ku baweriyê bi hêza xwe nayne, neyê derbaskirin ew ê gelek xetere li ser Başûrê Kurdistanê hebe. Ji ber ku bêbawerî tê wateya şikandina îradeyê.
Divê beriya her kesî hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya Bradostê derketina. Divê PDK li dijî vê dagirkeriyê derketa. Heke li hemberî vê dagirkeriyê dernekeve ew ê îradeya wan bişikê. Heke sibê Duhok, Hewlêr û Silêmanî were dagirkirin jî, dîsa ew ê dengê wan dernekeve û ew ê berxwedan pêk neyê. Jixwe li Kerkûkê ji ber vî tiştî berxwedan pêk nehat. Li Kerkûkê hemû kesan hevdu rexne dikirin. Lê heke berxwedan pêk nehatibe, divê tu kes ê din rexne dike. Ji ber ku îrade hate şikandin li Kerkûkê berxwedan pêk nehat.
Li Iraqê serketina tifaqa Sadrê tê wateya ku ew ê li hemberî dagirkeriyê bin. Beriya rêveberiya Başûrê Kurdistanê ew ê hêzên siyasî yên Iraqê li dijî vê dagirkeriyê derkevin. Ev tişt ji bo hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê tiştekî şerm e lê rastî wisa ye. Li Başûrê Kurdistanê rastiyeke gel heye ku, dagirkeriyê qebûl nake. Li dijî dagirkeriyê derdikevin. Ciwan didin diyarkirin ku ew li dijî dagirkeriyê ne. Herî dawîn 15 parlementeran bang li Parlementoya Başûrê Kurdistanê kirin û xwestin bila parlemento li dijî vê dagirkeriyê derkeve.
A rast li qadên PDK’ê jî gel li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ye. Heke PDK helwesteke biçûk jî derxe holê, gel ew ê nerazîbûneke mezintir pêk bîne. Lê PDK naxwaze ku gel nerazîbûnê nîşan bide.
Helwesta dewleta Tirk di meseleya referandûm û di dagirkeriya Kerkûkê de hate dîtin. Dewleta Tirk dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan bi awayekî eşkere nîşan da. Heqaretên mezin li PDK û gelê Başûr kir. Ligel vî tiştî jî divê PDK divê têkiliyên xwe yên bi AKP û MHP’ê re wekî berê nedomîne. Heke PDK li hemberî dewleta Tirk li ber xwe nede, ew ê gelek tiştên din bibîne. A niha ji ber ku gerîla li ber xwe dide, PDK bi awayekî aram dijî. Bi saya gerîla, xezeba dewleta Tirk nayê ser wan. Heke PDK vê helwesta xwe bidomîne ew ê bibe şahid ku tankên Tirkiyeyê Hewlêrê dagir dike û ew ê îxanet ji îro zêdetir be.
Ev tişt bi awayekî eşkere divê were gotin; Divê gelê Başûrê Kurdistanê xwe ji dagirkeriya Tirkan re amade bikin. Heke dewleta Tirk dagirkeriya Kurdistanê belav dike, berxwedana li hemberî vê dagirkeriyê divê li her derê bidome. Divê gel li dijî dagirkeriyê derkeve û alîkariyê bide gerîla. Gerîla wekî ku li Bradostê li ber xwe dide, ew ê li her derê li ber xwe bide. Heke gel piştgiriyê bide gerîla ew ê hêzên faşîst ên AKP û MHP’ê di dagirkeriya xwe ya Başûrê Kurdistanê de bixeniqin. Divê dewleta Tirk wekî sala 2008’an li Zapê têk biçe. Heke gelê Başûrê Kurdistanê alîkariyê bide gerîlayan ew ê ev tişt ne zehmet be.
Heke gelê Başûrê Kurdistanê piştgiriyê bide gerîla û berxwedan mezintir bibe ew ê hêzên siyasî yên Iraqê jî li dijî dagirkeriyê derkevin. Jixwe Sadr li dijî dagirkeriyê ye. Beşeke mezin a hêzên siyasî yên Iraqê li dijî dagirkeriyê ne. Heke berxwedan bidome, ew ê li dinyayê li cihên din jî nerazîbûn çêbibin. Ji ber vê jî divê dagirkeriya AKP û MHP’ê ya li ser Bradostê û dagirkeriya li ser Qendîlê wekî firsendekê were dîtin û berxwedan derseke dîrokî bide dagirkerên faşîst û mêtinger.
JÊDERK: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA