‘Divê berpirsên Roboskiyê hesap bidin’

Hewldana Edalet ji bo Roboskiyê gotin “Rêya edaletê ji Roboskiyê derbas dibe. Heta berpirsên Roboskiyê hesap nedin, mirov nikare qala lihevhelalkirin û edaletê bike.”

Hewldana Edalet Ji bo Roboskî di meha 133’yemîn de têkildarî Komkujiya Roboskî li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kujer bên dîtin û carek din qetlîama Roboskî pêk neyê” hat vekirin. Endamê Hewldanê Tanjû Gunduzalp daxuyanî da.

Gunduzalp banga ronîkirina komkujiya Roboskiyê kir û wiha got: “Bêcezahiştinê edaletê kuşt. Ji kujeran re demborî nîne. Divê li dijî tundiya dewletê û îktidarê ji Roboskî re edalet were xwestin Roboskî azmûna dewletê û îktidarê ye. Rêya aştî û edaletê di Roboskiyê re derbas dibe. Me Roboskî ji bîr nekir û em ê nedin jibîrkirin. Heta berpirsên Roboskiyê hesap nedin, mirov nikare qala lihevhelalkirin û edaletê bike.”