'Divê Îran dawî li sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê bîne'

Meclîsa Jinan a HDP’ê, darvekirina siyasetmedarên Kurd şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin; "Sûcên mirovahiyê herî zêde li dijî jinan tên kirin. Herî zêde jin li dijî kirinên van sûcên li dijî mirovahiyê derdikevin."

Meclîsa jinan a HDP’ê derbarê darvekirina siyasetmedarên kurd Luqman, Zanyar Mûradî û Ramîn Huseyîn Penahî ya ji hêla rejîma Îranê ve daxuyaniyek weşand. 

Daxuyanî wiha ye: "Îran a ji bo rejîma xwe ya paşverû bi hêz bike û mûxalefeta li dijî xwe biçewisîne di serî li darvekirinan dide, ji hêla cezayên darvekirin û pêkanîna wan ve veguheriye erdnîgariyeke hovîtiyê. Lê belê divê bê zanîn ku ev rêbaza hovane ya rejîma Îran serî lê dide, di serîde gelê Kurd, wê hêrsa gelên bindest li hemberî rejîmê kêm neke.

Vê demê sûcên mirovahiyê herî zêde li dijî jinan tên kirin. Herî zêde jin li dijî kirinên van sûcên li dijî mirovahiyê derdikevin.

Di serî de peymana mafê mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û hevpeymana mafê mirovan a Ewropayê tevahiya belge û hevpeymanên xwedî otorîteya navneteweyî ne, bi eşkere diyar kirine ku darvekirin weke cezayekî nikare bê pêkanîn lewma ev dibe pinpêkirina mafê mirovahiyê. Di serî de NY, li dijî vê hovîtiya rejîma Îranê ya li hemberî mixalîfên Kurd pêk tîne, deynê tevahiya sazî û dezgehên navneteweyî ne ku bikevin tevgerê. Darvekirin sûcekî mirovahiyê ye, divê rejîma Îranê demildest dawî li van kiryarên xwe yên sûcên mirovahiyê bîne."