Dîsa nehiştin ku malbat biçin Imraliyê

Malbata Ocalan û 3 girtiyên din ên li Imraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan, serlêdan bi bayê bezê hate redkirin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasîsê wî Mazlûm Dînç ji bo ku biçine Imraliyê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Malbata sê girtiyên din ên li Imraliyê Hamilî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî serlêdan kirin.

Serlêdana malbatan wek her carê bi rengekî kêfî hate redkirin.

Dozgeriyê bi hinceta ''sînordarkirinên derbarê hikimxwariyan'' ya ''Qanûna bi nimroya 5275'an a Cezayê û Derbarê Tevdîrên Înfazê'' serlêdan red kir.

Duh jî parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kiribûn lê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê cara 802'yan serlêdan red kiribû.