Dibe ku krîzeke fînansê jiya ya 2008’an meztir were

Willîam Whîte ku krîza aborî ya global a 2008’an dîtibû, got dibe ku krîzeke fînansî ya pir meztir were.

Serokê Komîsyona Lêhûrbûnê ya Aborî û Rabûnê ya Rêxistina Yekîtiya Aborî û Rabûnê (OECD) Wîllîam Whîte ji kovara Der Spîegel re axivî û derbarê rewşa fînansî ya cîhanê hişyarî da.

Whîte got rewşa fînansî ya niha ji ya krîza aborî ya fînansî ya 2008’an ku bi îflasa Lehman Brothersê dest pê kirî, dibe ku rê li ber hilweşandineke meztir veke.

Whîte got sedemên ku krîza global a 2008’an bi xwe re anî hê ji holê ranebûne û got ji wê demê û heta niha ‘pir kêm tişt’ baş bûne. Whîte her wiha got hin problem div an 10 salên dawî de girantir jî bûne.

BERNAMEYÊN KONJONKTORÎ TENÊ PÊŞÎ LI ÎFLASAN GIRT

Whîte got dema niha benq ‘bi qasî ku mirov nikare wan bi îflasê re bihêle’ bûne xwedî hêzeke mezin, bernameyên konjonktorî yên ku piştî 2008’an dewletan sazkar kirî tenê pêşî li îflasê girtine. Whîte got bi bernameyê pêşî lê hatiye girtin ku hêza reqabetê ya şîrketan zêde nebe an jî ji piyaseyan ranebin.

Whîte got di serî de Çîn li ‘aboriyên geşbûyî’ asta deyndariyê ger sal zêdetir bûye, yek ji encama rêveberina krîza 2008’an jî, ya ku pêşbîniya wê nehatiye kirin, deyndarbûn e.

DI SERÎ DE TIRKIYE WELATÊN DEYNDAR BÛYÎ DOLAR BANDORÊ LI WAN DIKE

Whîte got di serî de welatên Asyayê, welatên ber bi geşbûnê ve yan jî rabûnê ve bi taybetî ketine bin deynên dolaran û got, ji hêla Benqeya Navendî ya Amerîkayê (FED) ve faîz gav bi gav hatiye zêdekirin. Whîte got, ji ber vê sedemê nirxê dolar zêde bûye lê pereyên xwecih ji nirx ketine.

Whîte got piştî biryarên FEDE’ê di serî de Tirkiye, gelek welat zehmetiyê dibînin ku deynên xwe bi deynên nû bidin.

DI HER KRÎZÊ DE FAÎZ KÊM BÛ, DEYN ZÊDE BÛ

Whîte got ji bo pêşî li krîza mezin were girtin divê benqeyên navendî êdî ‘ji moda krîzê derkevin’ û li gorî pêvajoya  rabûna abroî ya berdest a cîhanê rêjeya faîzê hildin. Whît got, ‘’1987’an bersiva ji bo hilweşîna borsayê jî wiha bû: ‘’Em pereyan çap bikin. Û Wiha domand. Piştî her krîzê faîz kêm bûn û deyn zêde bûn. Ango em êdî digihin sînorekî.’’