Dibe ku Almanya, dîplomatên Amerîkayê dersînor bike
Dibe ku Almanya, dîplomatên Amerîkayê dersînor bike
Dibe ku Almanya, dîplomatên Amerîkayê dersînor bike
Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Hans-Peter Frîedrîch, da zanîn ku di rewşa ku îdiayên der barê ku Amerîka faliyetên guhdarîkirina telefonan dimeşîne, bê tespîtkirin de, dê dîplomatên Amerîkayê dersînor bikin.
Ji ber skandala guhdarîkirinê di navbera Berlîn û Washîngtonê krîza derket mezin dibe. Almanya li aliyekê di alî NY’ê de tevdigere û li aliyê din jî dîplomatên li welatê xwe xisti bin şopandinê.
Wezîrê karê Derve yê Almanyayê ji şîrketa radyo û televîzyona ARD re axivî û got: “Di rewşa ku ku serfaretxane an jî peywirdarên lijneyên din tevli vî karî bibin, dê cezayê xwe bikişînin. Yê ku mijara gotinê ye dîplomat be dê bê dersînorkirin.
Wezîrê Alman got divê ev mijara guhdarîkirinê bi berfirehî bê lêkolînkirin û got ev bo wan gelek girînge û da zanîn ku Almanyayê der barê mijarê de pirsek ji Amerîkayê kiriye lê hêj bersiv negirtiye.
Li Wezareta Karê Hundir a Almanyayê hate destnîşan kirin ku skandala guhdarîkirina telefonê dê zirarê nede têkiliyên navbera Washîngton û Berlînê.
Piştî ku derket holê ku telefonê serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ji aliyê NSA’ê ya Amerîkayê ve tê guhdarîkirin, skandal li hemû Ewropayê belav bû. Ev skandal dibe bibe mijara gelek lêpirsînan. Serokwezîrê DYA û Senatoya DYA’ê dixwaza serwîsa veşarî bê lêkolînkirin.
Serokê komîteya Îstîxbarata Senatoya DYA’yê Dîanne Feînsteîn, rêbazên guhdarîkirina NSA’yê bi tund rexne kir.
Feînsteîn destnîşan kir ku divê der barê bernameyên serwîsên veşarî de lêkolîneke berfireh bê kirin.
Li gorî agahiyên derketine holê, DYA’ê 35 lîderên cîhanê guhdarî kiriye. Ligel serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, serokomarê Fransayê Françoîs Hollande jî heye.bi taybet hat hînbûn ku di navbera Kanûna 2012’an û Çileyê 2013’an de li her welatî bi mîlyonan telefon hatine guhdarîkirin.