Di serdema desthilatdariya AKP’ê de zêdetirî 200 hezar kes hatine girtin

Di serdema desthilatdariya AKP’ê de ku ev 22 sal in hêdî hêdî rejîmeke otorîter ava dike, zêdetirî 200 hezar kes hatine binçavkirin û 80 hezar kes jî ji êşkenceyê derbas bûne.

BINPÊKIRINÊN AKP'Ê

AKP û serokê wê Erdogan di her firsendê de îdîa dikin ku zexta berê nemaye û êdî  Tirkiye welatekî azadiyê ye lê belê  li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan  jî  li Tirkiyeyê zext û êşkence bi awayekî, sîstemamtîk zêde dibin.

Li gorî Serokê Giştî yê  AKP’ê  û Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan, êdî Tirkiye welatekî wisa ye ku her kes bi awayekî azad fikrên xwe tîne ziman û bi awayekî azad lê dijî. Li gorî raporên salane yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ev îdîaya AKP û serokê wê Erdogan ne rast e û rewşa heyî berovajiyê wê ye.  Desthilatdariya AKP’ê ne partiyeke azadiyan e ku dixwaze vê yekê bi hêza medyayê nîşan bide. AKP bi awayekî sîstematîk zextê li kesên ku weke xwe wan nafikirin,  dike. Li gorî daneyên ÎHD’ê bîlançoya 22 salên desthilatdariya AKP’ê wiha ye:

ÎNFAZÊN BÊDARAZ

Di encama înfazên bêdaraz yên bi destê polîs, cendirme û notirvan hatine kirin de 1,229 kesan jiyana xwe ji dest daye û 3 hezar 147 kes jî birîndar bûne. Bi tenê di girtîgehan de 916 kesan jiyana xwe ji dest dane û 64 kes jî birîndar bûne. 

19 KES DI BIN ÇAVAN DE HATINE WINDAKIRIN

Di serdema AKP’ê de 19 welatî di bin çavan de hatine windakirin. Hemû hewldanên rêxistinên mafên mirovan ên têkildarî van 19 kesan jî  bê encam mane.

DI BIN ÇAVAN DE 73 CINAYET

Binçavkirin, di serdema desthilatdariya AKP’ê de jî weke  rêbazeke zext û êşkenceyê hate bikaranîn. 200 hezar û 139 kes hatin binçavkirin û 19 hezar û 992 kes bi êşkenceyê re rû bi rû ma. 73 welatî jî di bin çavan de hatine windakirin.

LI 80 HEZAR KESÎ ÊŞKENCE HATE KIRIN

Di serdema desthilatdariya AKP’ê de êşkence ji bilî rêbazeke ku bi tenê di bin çavan û girtîgehan de tê bikaranîn, her wiha wisa zêde bû desthilatdariya AKP’ê li kolanan jî serî li rêbazên êşkenceyê dide. Di çalakî û xwepêşandanan de 10 hezar û 459 welatî bi êşkenceyê re rû bi rû mane.  9 hezar û 737 girtî bi êşkenceya gardiyan û leşkeran re rû bi rû mane.  Hejmara  êşkenceya ku bi destê notirvanan hatiye kirin jî weke 321 hate eşkerekirin. Bi tevahî nêzîkî  80 hezar welatiyan li deverên cuda êşkence bi êşkenceyê re rû bi rû mane.  

ÊRÎŞÊN HÊZÊN GIRÊDAYÎ DEWLETÊ 

Di encama êrîşên çete û hêzên dewletê yên di rêveberiya AKP’ê yên li ser mafparêzan de 647 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 hezar û 415 kes jî birîndar bûne. Di êrîşên ku berpirsên wan nehatine girtin yan jî weke êrîşên failên wan nediyar hatine tomarkirin de jî 422 kesan jiyana xwe ji dest dane û 684 kes jî birîndar bûne. 

LI 579 KESAN SÎXURTÎ HATIYE FERZKIRIN

Desthilatdarıyê rêbazên zextê yên li ser civakê bi êşkence û êrîşan re sînordar nekir. Desthilatdariya AKP’ê di nava 22 salan de  di nava avaviyên weke partî, sendîka û rêxistinên mixalîf de li ser gelek kesan sîxurtî ferz kir.  Ev ferzkirinên sîxurtiyê yên bi revandin,  dayîna pereyan û şantajan hatine kirin, sal bi sal zêde bûne.  Di nava 22 salan de bi rêbazên cuda li 579 kesan sîxurtî hate ferzkirin.

BI HEZARAN WEŞAN HATIN BERHEVKIRIN

Çalakiyên weşan, çapemenî, çand û hunerê jî gelekî bi zextên AKP’ê re rû bi rû man.  AKP’ya ku di her firsendê de dibêje Kurdî zimanekî serbest e,  hezar û 322 çalakiyên hunerî yên Kurdî  qedexe kir. Tew qedexeyên li dijî çalakiyên hunerî wisa zêde bûn ku dawetek hate qedexekirin û desthilatdariya AKP’ê nehiş dawet were kirin. Hezar û 165 pirtûk û kovar hatin desteserkirin.  203 caran bi ser kovare û rojnameyan de girtin.  Li dijî navendên çandî 32 caran operasyonên serdegirtinê pêk anî.

NÊZÎKÎ 30 HEZAR GIRTINÊN SIYASΠ

Li Tirkiyeya ku weke ‘Welatê Azadiyan’ tê pênasekirin, li dijî 8 hezar û 302 çalakiyan êrîş hatin kirin yan jî ji aliyê rayedaran ve hatin qedexekirin. Li dijî bînayên partiyên siyasî hezar û 843 caran operasyon hatin kirin û 527 caran êrîş birin ser bînayên partî û komeleyan.  Hejmara dozên girtinê yan jî dozên ji bo girtinê hatine vekirin 907 e. Li dijî deh hezaran kesî ji ber fikrên wan lêpirsîn hatin vekirin û 29 hezar 369 kes ji ber fikrên xwe anîne ziman yan jî beşdarî çalakiyên protestoyî bûne, hatine girtin.