Di sê mehan de mirina biguman a sê leşkerên Kurd

Mirina biguman a leşkerên Kurd ku realîteyeke dijberiya Kurdan a dewleta Tirk e, dîsa zêde bû. Van sê mehên dawî bi kêmanî sê ciwanên Kurd dema leşkeriya Tirk bi mecbûrî dikirin bi rengekî biguman mirin.

Li Tirkiyê ku leşekerî mecbûrî ye bi rengekî mirî dîtina leşkerê bi navê Osman Ozçalimli, ku li qijleya Girtîgeha Girtî ya Alîaga Izmîrê mirî hate dîtin dîsa bala mirovan kişande ser mirina biguman a leşkeran.

Piranî dema ku mijar ciwanên Kurd mirin bi rengê 'qeza' an jî 'xwekuştin'ê têne dayin, ti caran li ser mirina ciwanên Kurd lêpirsîneke cidî û bêalî nayê kirin, ser cînayetan tê girtin. Agahiyên ku ji malbatan te re tên destnîşan dikin ku ev mirin encama nîjatperestî û polîtîkayên antî-Kurd ên dewleta Tirk e.

Di nav sê mehan de sê leşker bi rengekî biguman mirn.

MUSTAFA ARAZ

11'ê Gulana 20202an Mustafa Araz dema ku leşkeriya  Tirk dikir mirî hate dîtin. Hate gotin Araz xwe kuştiye û li ser laşê wî şopa birînê hebû û şîn û reş bûbû. Malbata Aras xwest ku lêpirsîneke berfireh were kirin. Araz li Fermandariya Moşea Berevaniya Hewayî ya Fermandariya Tûgaya Zirxî ya 1'ê ya navçeya Babaeskî ya Kirklareliyê dema ku leşkerî dikir 12'ê Gulanê hate ragihandin ku miriye. Mirina Mstafa Araz ê 23 salî bi rengê ,''Ji nişkê ve nexweş ket û mir'' hate dayin. Malbata Araz a ku li Kaxizmanê dima, bi gumana cînayetê gilî li dozgeriyê kir. Bav Hasan Araz got li ser laşê kurê wî şopa derban hebûye û got, ''kuştin û avêtin wir.'' Parêzerên malbatê jî diyar kirin îfadeyên rayedaran li hev nekirine.

OSMAN OZÇALIMLI

Osman Ozçalimli dema ku li Girtîgeha Girtî ya Alîaga a Izmîrê leşkeriya mecbûrî dikir 1'ê Tebaxa 2020'an mirî hate dîtin. Qeymeqamê navçeya Dîgorê ya Karsê li gel Midûrê Emniyetê û Fermandarê Jandarma a navçeyê çûne cem malbatê û îdîa kirin ku zarokê wan bi krîza dil çûye. Bavê Çalimli Ahmet Çalimli û welatiyên li derdorê li dijî vê nûçeyê helwest nîşan da û bav got, ''kurê min got, ''bavo, bi ser min de tên û ji min re dibêjin xayin. Kemînan li ber min datînin û bi ser min de tên.''

Ozçalimli got  li ser vê li girtîgehê geriyaye, bi çawişekî pispor re axiviye û got, ''Min rewşa kurê xwe got û gote min, 'meraq nekin.'' Sibehê agahiya mirinê hat.''

AHMET TURELÎ

Ahmet Türelî yê 21 salî dema ku li Wanê leşkerî dikir 24'ê Gulana 2020'an bi îdîya ku dema nobetê xwe kuştiye mirina wî hate ragihandin. Hate gotin Turelî bi sê guleyên G-3'yê ya li ser aliyê çepê ya sînga wî birîndar bûye, rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Wanê. Turelî ji wir rakirin GATA'yê lê hê negihaştî nexweşxanê mir. Cenazeyê Turelî li navçeya Melezgirê ya Mûşê hate veşartin. Birayê Turelî Fecrî Turelî got birayê wî xwe ne kuştiye  û domand, ''Birayê min ji aliyê çepê yê sînga xwe, ji yek santîmî dûr bi sê guleyên G-3'yê hate kuştin. Ji me re gotin xwe kuştiye lê ez ji vê bawer nakim. Hindik mabû ku birayê min leşkeriyê xilas bike. 31'ê vê mehê wê bihata. Me bilêta wî birîbû. Ti mesele nebû. Çima xwe bikuje? ''

SARISAÇ Ê HDP'YÎ: SER CÎNAYETÊN LEŞKERAN DIGIRIN

Têkilî mijarê Wekîlê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç got mirina leşekran encama polîtîkaya hikûmet û dewleta Tirk e, hişmendiya milîtarîst bi vî alî ve biteşe bûye û got, ''Dijminatiya AKP'ê ya li Kurdan mirov anîne vê astê û polîtîkaya necazekirinê heye. Ez bawer nakim ku yek ji van bûyeran ji ber krîza dil, qezaeya çekê an jî xwekuştin be. Ser kuştinan digirin. Li Payizaxa ciwaên me têne kuştin û dibêjin, 'ne me kuşt, leşkerên Îranê ew kuştin'. Dozger, Fermanarê Qereqolê û hemû rayedar ser mijarê digirin. Lê divê ser van kuştinan were ronîkirin. Dewleta nehiqûqê hatiye avakirin. Rewşeke wiha hate avakirin li dijî Kurdan her tişt dikare were kirin.''