Di nimêja Înê ya sivîl de piştgiriya pêvajoyê
Di nimêja Înê ya sivîl de piştgiriya pêvajoyê
Di nimêja Înê ya sivîl de piştgiriya pêvajoyê
Bi hezaran beşdarên nimêja Înê ya sivîl, piştgirî dan pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin.
Nimêja Înê ya sivîl a li Sêrtê, li gel endam û rêveberên BDP'ê û meclîsa şaredariyê, bi beşdariya sedan kesî pêk hat. Nimêj li qatê jorîn ê avahiya BDP'ê hat kirin. Berî nimêjê Mele Mehmed Polat bi Kurdî weaz da û dûre nimêj hat kirin.
Li navçeya Misricê jî, nimêja Înê vê heftê jî li qatê 3. ê avahiya BDP'ê hat kirin. Tevî Serokê BDP'ê yê navçeyê Zubeyîr Yoltay, Şaredarê Misricê Necat Yilmaz, rêveberên BDP'ê yên navçeyê, Alîkarê Şaredar Şakîr Evîrgen û endamên meclîsa Şaredariyê bi sedan welatî piştî weaza bi Kurdî nimêj kirin.
Nimêja Înê ya sivîl a li Êlihê jî, li bexçeyê Şaredariyê bi beşdariya hezaran kesî pêk hat.
Li navçeya Şirnex Sîlopiyayê jî Nimêja Înê ya sivîl, li ber avahiya BDP'ê hat kirin û li gel rêveberên BDP'ê û meclîsa Şaredariyê bi sedan kes amade bûn. Beriya nimêjê kûraan hat xwqendin û ji bo aştî û aramiya mayînde dûa hatin kirin.
Nimêja Înê ya sivîl a Şirnexê jî bi beşdariya zêdeyî hezar kesî li konê li ber avahiya BDP'ê ya bajêr hat kirin. Mele Mehmûd Belge ê weaz bi Kurdî xwend, da xuyakirin ku divê herkes piştgiriyê bidin pêvajoya çareserî û demokrasiyê ya hatiye destpêkirin. Mele Mehmûd got, "Bi vê pêvajoyê re gelên li Tirkiyê ji her demê bêtir nêzî azadiyê ne."
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê jî, bi beşdariya hezaran kesî li Parka 100. Yil a li kêleka Navenda Çanda Mîtannî, nimêja Înê ya sivÎl hat kirin.
Li meydana Deriyê Çiyê ya Amedê, bi sedan kesan piştî weaza bi Kurdî nimêj kirin. Di weazê de hat xwestin, Kurd di vê pêvajoyê de bi hev re tevbigere.
Li navçeya Farqînê jî, tevî Şaredar Fadil Erdene, Hevserokê BDP'ê yê navçeyê Kerem Capolat û rêveberên BDP'ê bi beşdariyeke mezin li mala serxweşiyê ya navendî nimêja Înê ya sivîl hat kirin. Di weaza berî nimêjê de ji dewletê hat xwestin, ji bo aştiyeke mayînde gavan bavêje. Dûre ji bo aştiyê dûa hatin xwendin û girseyê nimêj kir.
Nimêja Înê ya sivîl, li navçeya Riha Wêranşarê li taxa Kişla li avahiya BDP'ê hat kirin.
Li navçeya Serê Kaniyê jî, bi beşdariyeke mezin li avahiya BDP'ê ya navçeyê nimêja Înê ya sivîl hat kirin.
Nimêja Înê ya sivîl, li Wanê li Otoparka Şaredariya Bajarê mezin bi beşdariya hezaran kesî hat kirin. Beriya nimêjê Endamê Komeleya Oldarê Wanê Mele Mûhammed Orût weaz da û bal kişand ser girîngiya pêvajoyê. Orût diyar kir, ku yên li dijî aştiyê dixebitin divê li gorî olê Mislimantiyê bê cezakirin û got, "Cihê dijminahiyê li ber biratiyê nîne. Yên dikeve navbera birayan, xweda wan efû nake, divê mirov jî wan efû nekin."
Li navçeya Mûş Melezgirê jî, nimêja Înê ya sivîl li avahiya BDP'ê ya navçeyê hat kirin. Di nimêja bi beşdariya sedan kesî de Mele Nûrî Adiyaman weaz da.
Nimêja Înê ya sivîl a Colemêrgê jî li otoparka kêleka avahiya BDP'ê hat kirin.