Di nav de endamekî Grup Yorumê jî heyî 12 kes hatin girtin

Di nav de endamekî Grup Yorumê jî heyî 12 kes hatin girtin

Li Stenbolê di nav de Endama Grup Yorumê Ayfer Ruzgar jî heye 12 kes hatin girtin

17 endamên TAYAD'ê û Endama Grup Yorum Ayfer Ruzgar yên ku di 10'ê kanûnê de li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Okmeydanê di êrîşa polîsan de hatinbûn binçavkirin duh sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin. Piştî îfadeyan 18 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadehê hatin kirin.

Endamên TAYAD'ê Mustafa Dogru, Denîz Şah, Denîz Kabak, Fatma Varici, Aysu Baykal, Kemal Avci, Rasîm Ozdemîr, Kadîr Bayram, Emrah Uykul, Yakup Işik, Berk Ercan û Endama Grup Yorumê Ayfer Ruzgar hatin girtin. Ji endamên TAYAD'ê Alî Araci, Guneş Seferoglu, Huseyîn Kaşkir û Eylem ya ku paşnavê wê nehate zanîn re jî cezayê hepsa malê hate dayîn û ji Sultan Kaydir û Ramazan yê ku paşnavê wî nehate zanîn re jî qedexeya derveyî welat hate dayîn.

Grup Yorum têkildarî girtinan de daxuyaniyekî nivîskî da û wiha got: "Girtin, qedexe, cezayê hepsa malê, zextên we daxwazên milyonan ên azadî, serxwebûn, edalet û wekheviyê nade rewastandin."