Di Kongreya YXK'ê de perspekîfên nû tên nirxandin

Zêdeyî 200 xwendekarên Kurd û enternasyonal ji bo tevlî kongreya YXK'ê bibin li Frankfûrtê li hev civiyan. Kongre bi dirûşma "Serî hilde û xwedî li şoreşê derkeve" pêk tê.

Kongreya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) bi dirûşma "Serî hilde û xwedî li şoreşê derkeve" li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê tê lidarxistin. Roja destpêkê ya kongreyê qediya. Kongre bi beşdariya 200 xwendekarên Kurd û enternasyonal pêk tê. Li salona kongreyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîd Huseyîn Çelebî, şehîd Barîn Kobanê, şehîd Avesta Xabûr, Şehîd Fîraz Dag û pankarta bi nivîsa "Serî hilde û xwedî li şoreşê derkeve" hatin daliqandin.

'DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ MEZINTIR BIKIN'

Di kongreyê de bi taybetî rewşa Efrînê hate nirxandin. Siyasetmedarê Kurd Mahsûm Korkmaz li kongreyê axivî, bal kişand ser tifaqa gemarî ya dewletan û got, "Weke ku tê dîtin, li Ewropayê di pêvajoya Efrînê de li dijî êrîşkariya dewleta Tirk têkoşîn hate dayin. Û ji ber ku Tirkiye dewletek e, rêxistinên li cîhanê piştgiriya Tirkiyeyê kirin. Halbûkî ji ber vê destekê, qanûnên xwe bi xwe bin pê dikin." Korkmaz nerazîbûn nîşanî qedexe li ser PKK'ê ya li Elmanyayê da û got, "Wêneyên Rêberê me Ocalan jî qedexe kirin. Ev yek sûc e. Li dijî zext û îzolasyona li ser Rêberê me tê ferzkirin, divê em têkoşînê mezin bikin. Divê ciwan vê têkoşînê bimeşînin."

Piştî nirxandina siyasî, sînevîzyon hate nîşandan. Dûre semînerek li ser tevgera 68'an û têkoşîna li Ewropayê hate organîzekirin.

Xwendekaran piştî semînerê proje û perspektîfên nû li ser paşerojê pêşkêş kirin.

Kongre îro jî dewam dike.