Di hilbijartinên Pakîstanê de Yekitiya Mislimanan li pêş e

Di hilbijartinên Pakîstanê de Yekitiya Mislimanan li pêş e

Li gorî encamên ne fermî, di hilbijartinên parlament û meclîsa eyaletan ên li Pakîstanê de, Yekitiya Mislimanên Pakîstanê ya bi pêşengiya Serokwezîrê berê Newaz Şerîf, li pêş e.

Şerîf, hînê beriya eşkerekirina encamên destpêkê yên fermî, serketina xwe îlan kiribû û di axaftina xwe ya doh êvarê de gotibû; “Encam tên, lê ji niha ve diyar e, ku em partiya herî mezin in.”

Li gorî texmînên televîzyona dewletê ya Pakîstanê, Yekitiya Mislimanan a bi pêşengiya Şerîf, wê serdestiya parlamentê bi dest nexe. Li gorî vê texmînê, Şerîf neçar e hukûmeta koalîsyonê ava bike. Şerîf di axaftina xwe ya li Lahor de diyar kiribû, ku ji bo çareseriya pirsgirekên welêt, ew amade ye bi hemû partiyan re hevkariyê bikin.

Piştî ku di sala 1947’an de pergala parlamenteriyê li Pakîstanê ava bû, cara yekemîn e ku hukûmeteke dema xwe ya deshilatdariyê dibe serî û hilbijartin pêk hat.

86 mîlyon hilbijêrên qeyidkirî, doh li 70 hezar cihên hilbijartinê bi ewlekariya 600 hezar ewlekariyê dengê xwe bikar anîn.