Di hilbijartinên Pakîstanê de xwîn rijiya: 17 mirî
Di hilbijartinên Pakîstanê de xwîn rijiya: 17 mirî
Di hilbijartinên Pakîstanê de xwîn rijiya: 17 mirî
Li Pakîstanê, ku 86 mîlyon hilbijêr ji bo parlamentek nû dengan bikar tîne, xwîn rijiya. Di bûyerên teqînê yên li gelemperiya welêt de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn.
Tevî tedbîrên ewlekariyê yên ji bo hilbijartinên Pakîstanê, ku hat ragihandin 600.000 hezar hêzên ewlekariyê hatine wezîfedarkirin, bûyerên dijwar ên teqînê rû dan.
Çapemeniya Pakîstanê ragihand, ku li metropola bazirganiyê ya welêt Karaçî li hemberî buroya partiya koalîsyonê ANP’ê êrişeke bombeyî hat lidarxistin.
Hat ragihandin, ku di êrişê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, 40 kes jî birîndar bûne.
Li herêma Belûcîstanê jî, di encama êrişeke çekdarî de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hat hînbûn, ku li heman herêmê li ber navendeke hilbijartinê, çekdarekî li motorsîkletê siwar bûbû yekser gule li derdora xwe reşand û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wekî din, li Peşawarê jî, di encama teqînekê de hejmareke zêde mirov birîndar bûn.
Di hefteya derbasbûyî de jî, li gelemperiya welêt di encama êrişan de 120 kesan jiyana xwe jid est dabûn.
Rayedarên dewletê, ji van êrişan Talîban û El Kaîdeyê berpirsyar digire, ku ev herdu rêxistin hilbijartinên li Pakîstanê li gorî Îslamê nabînin.