Di hevdîtina AKP-MHP’ê de 'koalîsyon' derneket

Hevdîtina AKP-MHP’ê bi dawî bû. Di hevdîtinê de koalîsyon derneket.

Hevdîtina AKP-MHP’ê bi dawî bû. Di hevdîtinê de koalîsyon derneket.

Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû têkildarî hevdîtina bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re pêk anî, daxuyanî da. Davûtoglû ragihand ku Bahçelî gotiye derfeta koalîsyona bi AKP’ê re nabîne.

Davûtoglû gotina Bahçelî ya, "Eger ji bo biryara hilbijartina zû jî hikûmetek were Meclîsê, bixwaze Meclîsê kom bike wê tevlî bibin, lê wê destek nedin hilbijartina zû.” Davûtoglû got, "Zemîna koalîsyona CHP - AK Partî û MHP - AK Partî ku pêk nayê aşkera derketiye holê.”