Di hefteya 222’mîn ya çalakiya windayan de Dayîkan edalet xwest
Di hefteya 222’mîn ya çalakiya windayan de Dayîkan edalet xwest
Di hefteya 222’mîn ya çalakiya windayan de Dayîkan edalet xwest
Di pêşengiya ÎHD û Xizmên Windayan ên Êlih û Amedê de çalakiyên aqubeta windayan berdewam dike. Xizmên Windayan û ÎHD'ê di hefteya 222'an de li Amed û Êlihê çalakiyên xwe bedewam kirin û xwestin hesab ji kujeran bê pirsîn û winda bên dîtin.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan bi silogana "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" di hefteya 222'an de li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu kom bûn û daxwazên xwe anin ziman. Li gel hewaya sar û barana zêde rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan li hev kom bûn û çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de nûneren Kongreya Demoratîk a Gelan (HDK), MEYA-DER, Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, Platforma Şaxan a KESK'ê û gelek welatî amade bûn. Xizmên windayan wêneyên zarokên xwe yên winda himbêz kirin û pankarta "Ew di şevek bêwext de ji malê hatin revandin. Lê carek din venegeriyan" vekirin.
’30 SALE ÇAVÊ DAYÎKAN LI RÊYA ZAROKÊN WANE’
Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'e ya Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku, di vê pêvajoya nû de divê her kes pir hesas be û wiha got: "Mixabin di vê pêvajoyê de kesên hurmeta wan ji dayîkan û mafên mirovan re tune be çi tê ber wan dikin. Di hiş û mejiyê wan de înkar û dijminatî heye. Dibê roja Dayîkan tê pîrozkirin. Sibê Roja dayîkane. Lê mixabin dayîkên Kurdistanî 30 salin çavê wan li rêya zarokên wanin. 30 salin daxwazên Ddyîkan pêk nayên. Serokwezîr helalî ji dayîkan xwest. Lê dayîkan jî diyar kirin ku heta zarokên wan neyên dîtin û kujer neyên darizandin helal nakin. Em dibêjin ger ku hurmeta we ji dayîkan re hebe hûn dê lêborîna xwe ji dayîkan bixwazin û daxwazên wan pêk bînin.
Di çalakiyê de bi minasbeta Roja Dayîkan endama Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê Dilşad Ozgen diyar kir ku, dayîk dixwazin di roja dayîkan de zarokên xwe hembêz bikin û wiha got: "Di roja dayîkan de diyariya herî baş hembêzkirina zarokane. Îro dayîk pir xemgînin û dilê wan dişewite. Ez li ser navê hemû Dayîkan dibêjim bila winda bên dîtin û kujer bêm darizandin. Em dibêjin windayên me bibînin û hestiyên wan bidin me. Em piştgiriyê didin pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Di demsala biharê de çawa baran dibare, hêsirên dayîkan jî wisa dibare. Dayîk jiyenek bê êş û bê hêsir dixwazin. Em li pey Rêberê xwe ne."
Piştre Sekreterê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Abdusselam Înceoren çîroka Namik Deger ê di 25'ê Çileya 2000'an de ji Amedê hat revandin û windakirin hat xwendin.
ÊLIH
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî bi heman armancê di hefteya 222'an de li Kolana Gulîstanê li hev kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de wêneyên kesên di salên 90'an de hatin windakirin û pankarta "Bila winda bê dîtin kujer bên darizandin" vekirin.
Rêveberên ÎHD, xizmên windayan, endamên Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, BDP, KURDÎ-DER, MEYA-DER û gelek welatiyên din amade bûn. Rêveberê ÎHD'ê yê Êlihê Îlyas Ekinci diyar kir ku, ji bo aqubeta winayên di salên 1990’an de hatine revandin bê ronîkirin di hefteya 222'an de kom dibin û dixwazin winda bên dîtin û hesab bê pirsîn. Ekîncî anî ziman ku, piştî Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan pêvajoya nû da destpêkirin, ber bi aştiye ve diçin, lê hikûmet gavan navêje. Ekîncî da zanîn ku, 4 mehin çek rawestiyane û wiha got: "Çek rawestiyane. Cenaze êdi nayên. Dayîk lorîka nabêjin. Gerîlla vedikişe. Ji bo aştiyek mayînde divê winda bên dîtin, kujer bên darizandin. Girti serbest bên berdan û daxwazên kurtan bên qebûlkirin."