Di HDP’ê belavkirina peywiran hat kirin

Di HDP’ê belavkirina peywiran hat kirin

LRN ya HDP’ê duh êvarê civiya û peywir hatin dayîn.

Lijneya Rêveberiya Navenê (LRN) ya HDP’ê duh êvarê li hev civiya û peywir belavkirin.

Li gorî vê; Sirri Sureyya Onder ji pêvajoya çareserî û muzakereyê; Hatîce Altinişik ji bawerî û gelan, Nazan Ustundag ji karên derve, Saruhan Oluç, ji çapemenî û propagandayê, Alî Oruç, ji rêxistinê, Bîcan Yilmaz ji karê malî, Yurdusev Ozsokmenler ji hilbijartin û rêveberiyên herêmî, Ozgur Muftuoglu ji jiyana xebatê û polîtîkayên civakî, Orhan Çelebî ji sendîka û rêxistinan, Ayhan Bîlgen ji mafê mirovan û hiqûqê berpirsyar hatin hilbijartin.

Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu jî ji bo hevserokatiya HDP’ê hatibûn hilbijartin.