Di festîvala Îngîltereyê de azadî ji Ocalan re hate xwestin
Bi sedan Kurdistanî û Îngîlîz beşdarî Festîvala Çandê ya Kurd a li Îngîltereyê bûn. Di festîvalê de azadî ji bo Rêberê Gelê Kurd Ocalan hate xwestin.
Bi sedan Kurdistanî û Îngîlîz beşdarî Festîvala Çandê ya Kurd a li Îngîltereyê bûn. Di festîvalê de azadî ji bo Rêberê Gelê Kurd Ocalan hate xwestin.
Festîvala Çandê ya Kurd a li Îngîltereyê li bakurê Îngîltereyê li tesîsên Qûorn Grange Hotelê hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan Îngîlîz beşdar bûn. Dirûşma bingehîn a festîvalê “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” bû.
Sendîkayên mezin Ûnîte û Ûnîsonê yên Îngîltereyê piştgirî dan festîvalê.
NICHOLLS: EM BI GELÊ KURD RE NE
Sekreterê Giştî yê Federasyona Sendîkaya Karkeran a GFTÛ, Doûg Nîcholls diyar kir ku li dijî rejîmên dîktator ew bi gelê Kurd re ne û ev tişt ji bo wan helwesteke girîng e û got:“Têkoşîna gelê Kurd gelekî girîng û bandorker e. Ji ber vê jî gelê Kurd li cîhanê piştgiriya herî xurt heq dike. Bi vê festîvalê em dixwazin nîşan bidin ku em bi gelê Kurd re ne.”
‘EM Ê JI BO AZADIYA OCALAN TÊBIKOŞIN’
Nîcholls got: “Divê Ocalan ne li girtîgehê, divê li ser maseya aştiyê be. Me ji bo azadiya Mandela gelek têkoşîn da. Ji bo azadiya Ocalan jî em ê têbikoşin. Ji ber ku ne bi tenê ji bo Kurdan azadiya Ocalan ji bo gelê herêmê û cîhanê jî girîng e.”
DÛBBINS: DIVÊ OCALAN WERE XWENDIN
Dîrektorê sendîkaya Ûnîte The Ûnîon, Sîmon Dûbbîns ê ku kampanyaya “Ji Ocalan re azadî” daye destpêkirin got ku ew ê kampanyayê mezintir bikin û wiha got: “Me bi kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ re li Brîtanyayê tabûyek da şikandin. Em ê vê kampanyayê mezintir bikin. Ez li her derê dibêjim ku divê pirtûkên Ocalan werin xwendin. Heke Ocalan were xwendin wê were dîtin ku em çima di vê kampanyayê de israr dikin.”
TÊKILDARÎ SENDÎKAYAN
Sendîkaya Ûnîte The Ûnîon milyon û nîvek endamê wê heye û ya Sendîkaya Kar a Giştî (GMB) jî nêzî 650 hezar endamên wê heye û van sendîkayan di Nîsana sala borî de kampanyaya “Ji Ocalan re azadî” dabûn destpêkirin.
GMB ya ku 126 sal in heye di kongreya xwe par de biryar stendibû ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin endamê rûmetê. Serokê Giştî GMB’ê Tîm Roache nasnameya xwe ya endamtiyê û sertîfîkaya xwe dabû Înîsîyatîfa Azadiya ji bo Ocalan.