Di êrîşen xwekujî yên li Iraqê de 11 kes mirin
Di êrîşen xwekujî yên li Iraqê de 11 kes mirin
Di êrîşen xwekujî yên li Iraqê de 11 kes mirin
Li paytexta Iraq Bexda û li Başûrê Kurdistanê bajarê Mûsilê di encama êrîşên xwekujî de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 19 kes jî birîndar bûn. Di êrîşên xwekujî yên duh êvarê de, hedef artêş û polîs bû.
Di dema şîva li mala şefê mîlîs ê li Sahûa Seîd Cassim de êrîşeke xwekujî rû da û di encamê de gelek kes mirin. Di nava miriyan de şefê mîlîs ê Sahûa jî heye.
Li Mûsilê jî êrîşkarê xwekujî, wesayîta bombebarkirî li nêzî nuqteya lêgerînê teqand. Li vê derê jî 3 jê polîs 8 kes mirin.