Di doza "KCK" Dêrsimê de 54 sal ceza

Di doza "KCK" Dêrsimê de 54 sal ceza

Li 7 kesên di doza "KCK" Dêrsimê de tên darizandin, bi giştî 54 sal û nîv cezayê girtîgehê hat birrîn.

Rûniştina biryardayînê ya doza "KCK" Dêrsimê, ku tê de 6 jê girtî 7 kes tên darizandin, îro hat dîtin.

Di rûniştina dozê ya li 3. Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê de, li gel siyasetmedarên tên darizandin, parêzer û xizmên wan jî amade bûn. Ji girtiyan, endama Meclîsa Şaredariya Dêrsimê Nûrcan Kasûn, xebatkarê Şaredariyê Hesen Yildirim û endamê BDP'ê Ayhan Çelîk bi zimanê xwe parastin kirin û sûcdarî red kirin. Piştî parastinan, heyeta dadgehê ji bo biryardayînê navber da rûniştina dozê.

Li dû navberê, heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û li Endama Meclîsa Şaredariye Nûrcan Kasûn, xebatkarê Şaredariyê Hesen Yildirim û endamê BDP'ê Ayhan Çelîk, bi îddîaya "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" 9 sal, li xebatkarê Şaredariyê Elî Kamer Yildirim, endamên BDP'ê Zarîfe Taçyildiz û Îbrahîm Yildirim jî bi îddîaya "endametiya rêxistinê" 7 sal û nîv cezayê girtîgehê birrî. Li endama BDP'ê Necla Kiliç a bê-girtî dihat darizandin jî, 5 sal cezayê girtîgehê hat birrîn.

Girtiyên hatin darizandin bi şertê "serbestiya bi kontrol" hatin berdan.