Di doza Gungorenê de ‘rastî’ çawa hat qetilkirin?
Di doza Gungorenê de ‘rastî’ çawa hat qetilkirin?
Di doza Gungorenê de ‘rastî’ çawa hat qetilkirin?
Di rayagiştî de ku wek doza ‘teqîna Gungoren’ tê zanîn, rojek berê biryara wê hat dayîn. Di dozê de du sûcdarên girtî yên tên darizandin, di dîroka hiqûqa Tirkiyê de cezayê herî giran danê. Li her dû kesan 18 caran cezayê girtîgehê yê giran hat birîn û ji bo her yekî 1283 sal cezayê girtîgehê hate dayîn. Parêzerên parastinê diyar kirin ku bê ku parastina sûcdaran bê girtin heyeta dadgehê ev ceza daye û ev biryar wek ‘komkujiya hiqûqê’ nirxandin.
Gelo bi rastî di vê dozê de dadgehê tecelî kir an jî li Tirkiyê ku hema hema di her buyerê de kurdên ku wek potansiyela sûc dibîne, carek din ceza kir?
Heyeta dadgehê beyî ku parastina bersûcan bigire, ceza li wan birî û gelo çima evqas ecele kirin? Li pêş heyetê kîjan delîlên berbiçav hebûn ku ev çendî cezayê giran dan? Sedema eceleya vê yekê ji ber wê rastî derbiketa hole ditirsînan, yan jî ji bo rayagiştî razî bikin, cezakirina hinek kurdan bû?
Ger hun dixwazin em cardin vegerîn serê buyerê û temaşeyî doza ku 5 sale berdewam dike binêrin. Di 27’ê Tîrmeha 2008’an de li Gungorena Stenbolê êrişekî bombeyî ya hovane li ser sivîlan pêk hat.
Bûyer zelal bû. Bi temamî sivîl xistibûn hedefa xwe. Rêbazek şer ya ku tu kes nikare bipejirîne û nekeve nav tu pîvanên şer hatibû hilbijartin. Du bombeyên ku li ser hev di cadeya qerebalix de teqiyan ,17 kesî jiyana xwe ji dest da û 54 welatî jî birîndar bûn.
Piştî buyerê çend rojan Rêveberê Giştî yê Midûriyeta Polîsan O. Kagan Koksal, Waliyê Stenbolê Muammer Guler û Rêveberê Midûriyeta polîsan Celallettin Cerrah û Wezîrê karên hundir yê demê Beşir Atalay jî heye civîna çapeminyê pêk anîn û gotin ‘me boyer çareser kir, PKK’yên ku bûyer pêk anîn me girtin.’ û her wiha 8 ciwanên kurd avêtin pêş çapemeniyê. (Manşetên wan rojan bi bîr bînin).
Atalay wiha digot: “Bi tesbîtên rast û bi delîlên bi hêz bê ku ji du diliyê re cih bê berdan, buyer hatiye zelalkirin û beşek mezin yê sûcdaran hatiye girtin. Yên ku alikarî dane û yên ku raste rast tevli buyerê bune hatine girtin.”
Lê ew delîlên bi hêz di doza ku 5 salan berdewam kir de tu carî dernexistin holê!
Bê ku tu lêkolînek bikin, polîsan weke ku jêder dane dest wan ‘gotinên bombevanan’ ku bi rojan çapemeniyê di manşetan de weşand di heman manşetan de di înfaza bê lêpirsîn de diyar kir ku ew pir keyfxweşe ji bo hevalbendiya wê kiriye. (weke ku Huseyin Turelî: Min bombe teqand û temaşe kir). Nexwa ji 8 kesên ku hatine binçavkirin ji vê îfadeyê haya wan jî tunebû.
Huseyin Turel yê ku di manşetan de bi rojan digotin; çûye Qendîlê perwerdeya bombeyî dîtiye û piştre hatiye Stenbolê ev buyer pêk aniye, di rastî de di atolyekî konfeksiyonê de, bi sîgorta dixebite û di dema ku tê gotin de primê sîgorta wî ji aliyê patronê wî bixwe hatine eşkerekirin.
Bi heman şeklî di dema buyerê de polîsê ku li Gungoren bû ku îdia dike Nusret Tebiş jî rojek pêş buyerê û roja buyerê du rojan li taxa Haramidere mala welatiyekî bi navê Ahmet Işik dekora wê çêdikir, çend caran ragehand û li rexmê ku di rûniştina dozê de dixwastin Ahmet Işik gûhdar jî bikin, lê dadgehê ev daxwaz ne pejirand. Her çendî parêzeran şahid Ahmet Işik anîne deriyê dadgehê jî dagehê diyar kir ku ew pewist nabînin lêpirsînê berfireh bikin û şahid gûhdar nekirin.
Weke din Nusret Tebiş di rûniştinan de gelek caran şahidiya buyeran kiriye, ev buyer weke komkujiyek derveyî mirovahiyê bi nav kir û di jiyana xwe de tu carî neçûye navçeya Gungoren û di dema çêbûna boyerê de li Haramiderê bûye ku bi qeydên fermî yên telefonê li gel nîşanî dadgehê jî da, dadgehê ev delîl ji nedîtî ve hat.
8 kesên ku weke bombevan hatine nîşan dan, gelek ji wan hevdû nas nakin, çendek bê kar, li înşat, li atolyên konfeksiyonê dixebitin. Ev kes bi tu buyer û rêxisitnan re têkiliya wan nîne û ev ji rayagiştî hatiye veşartin.
8 kesên ku piştî daxuyaniya wezîr derxistin edliyê ne bi sifata bombevaniyê bi ‘endamtiya rêxistinê’, ‘dana alikariyê’ hatin sûcdarkirin. Wezîr Atalay diyar kiribû ku ev ‘bombevanên rastin’.