Di doza Êlihê de daxwaza 'Sîxuriyê'

Di doza Êlihê de daxwaza 'Sîxuriyê'

AMED

13'emîn rûniştina 14 jê girtî 40 siyasetmedarên Kurd yên ji doza "KCK"ê tên darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina îro de şahid Numan Yeşilmen, diyar kir ku di bin çavan de ji wî hat xwestin ku sîxuriyê bike.
13'emîn rûniştina 14 jê girtî 40 siyasetmedarên Kurd yên di 5'ê Sibata 2012'an de ji doza KCK'ê ya Êlihê hatin binçavkirin û girtin û di navde nûçegîhanê DÎHA'yê Gulsen Aslan û Wekîlê Şaredariya Êlihê Serhat Temel jî hebû li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat ditin. Gelek xizmên girtiyan jî amede bûn. Lê ji ber ku cih li salonê tune bû doz li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran Amedê hat dîtin. Di rûniştina îro de girtî Sultan Şaman, Gulîstan Înan, Adîl Arslan, Alî Saripinar, Ahmet Aydin, Ahmet Ozher, Abdulhakîm Sincar, Halîs Yakut, Mehmet Şerif Çakar, Erdal Tuncel, Ahmet Îvrendî, Faraç Salman, Ebedin Satici û Hamit Can amade bûn. Ji ber ku heyet hat guherdin îdîaname dîsa hatin xwendin. Kesê bi navê Numan Yeşilmen bi navê şahid ifade da û hat guhdarkirin. Yeşilmen anî ziman ku di çileyê 2012'an de hat binçavkirin û wiha got: "Di bin çavan de polîsan wêneyê nêzî 100 kesan nîşanî wî da. Min di wêneyan de gelek kes teşhîs kir. Li ser vê yekê polîsan xwest ez alîkariyê bidim wan. Polîsan xwest ez sîxuriyê bikim. Gelek kesên di wêne de piştre di operasyona KCK'ê de hatin girtin.
Piştî ifadeyan dozger xwest darizandina girtiyan bi awayekî girtî berdewam bike. Parêzeran jî xwest muwekilên wan serbest bên berdan. Heyeta dadgehê jî der barê girtiyan de dîsa biryara dewama girtinê da û doz taloqî 18'ê Sibata 2014'an kir.