Di doza Cem Aygun de biryar a keşîfê
Di doza Cem Aygun de biryar a keşîfê
Di doza Cem Aygun de biryar a keşîfê
Di doza Cem Aygun yê ku bi guleya polîsan hate kuştin, dadgehê biryara ku divê li cihê bûyerê keşîf bêkirin da.
Li Keçîoren a Enqereyê di 30’ê Tebaxa 2012’an de bi hinceta ku polîs gotiye ‘raweste’ û ranewestiyaye, polîsan Cem Aygun kuştibû. Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezya Giran a Enqereyê hat dîtin. Di danişînê de dayika Aygun, bavê wî, du xwişk û parêzerên malbatên tevli danişînê bûn.
Kujer polîs Fatîh Yilmaz tevli danişînê nebû, parêzerên wî di danişînê de amade bûn. Serokê dadgehê mafê axaftinê da parêzerê malbata Aygun, Ertugrul Cem Cîhan û Cîhan got daxwaza wan eve ku li cihê bûyerê keşîf bê kirin.
Piştre dozger bersiva erênî da daxwaza Cîhan û serokê dadgehê jî êrînê nêz bû û biryara pêkanîna keşîfê ku dê heyeta kesên zana jî cih bigire, da.
Danişîn taloqî 5’ê kanûnê kirin.