Di doza çapemeniyê ya KCK’ê de biryara 'bultena sor' derket
Di doza çapemeniyê ya KCK’ê de biryara 'bultena sor' derket
Di doza çapemeniyê ya KCK’ê de biryara 'bultena sor' derket
Di danişîna doza Çapemeniyê ya KCK’ê ku 20 jê girtî 46 rojnameger tên darizandin de kes nehat tahiliyekirin. Der barê midûrê nûçeyan yê berê yê ANF’ê Îsmet Kayhan de, biryara bila bi bultena sor bê lêgerînkirin, hat dayîn. Her wiha danişîn taloqê 2’ê Kanûnê hat kirin.
Doza çapemeniyê KCK’ê ku 20 jê girtî 46 kes tên darizandin, biryara navberê hat aşkerakirin.
Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ya 15’emîn biryara berdewamkirina 20 rojnamegerên girtî da. Her wiha der barê midûrê Berê yê ANF’ê de Îsmet Kayhan de jî biryara derxistina bultena sor da.
Heyeta dadgehê, der barê xwediyê Îmtîyazê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Ziya Çîçekçî de bi hinceta ku îfadeyên ‘îfterename û lîstik’ bikaraniye de li Dozgeriya Komarê ya Sîlîvriyê serlêdana sûc kir.danişîn taloqî 2’ê Kanûnê hat kirin.