Di ser êrîşa bombeyî ya DAIŞ a ji AKP'ê destekê digire re, ku 33 şoreşger li Pirsûsê hatin qetilkirin, mehek derbas bû.
Di dosyaya lêpirsînê de gavek jî bi pêş ve nehatiye avêtin. Parêzer û rêxistinên pîşeyî bi dirûşmeya "Ji bo rastî aşkera bibin, em mudaxîl in" Platforma Edaletê ji bo Pirsûsê ava kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan Gulhan Kaya ku ji damezrînerên platformê ye, der barê êvajoya lêpirsînê de bersiv da pirsên me.
'DOSYA JI ME Û RAYA GIŞTÎ HAT VEŞARTIN'
Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Pirsûsê ve hat destpêkirin. Di şert û mercên asayî de diviyabû Serdozgeriya Pirsûsê ji be 'ne erka wê ye' dosya ji Rihayê re bişanda. Lê belê bi vî rengî nebû. 3 dozgerên din ên ser bi Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, ji bo lêpirsînê hatin wezîfedarkirin. Ev rewş bi şêweyê 'lêpirsîn bi lez tê meşandin' pêşkêşî raya giştî hat kirin.
Parêzer Kaya li dij vê rêbazê derket û got, "Berevajî, li şûna lezandinê, ev gav ji bo veşartina dosyayê ji raya giştî hatiye avêtin. Ji bo vê jî Serdozgeriya Rihayê dest daniye ser dosyayê."
Li gorî agahiyên parêzer Kaya da, di nava mehekê de di dosyayê de tiştek nehatiye kirin.
Kaya got, "Dîmenên kamera ji aliyê polîs ve hatin komkirin. Lê belê dozger got ku ew dîmen nehatine dosyayê. Di dosyayê de bi tenê raporên otopsî û biryara nepenîtî û qedexeya weşanê heye. Delîlekî din nîne. Lêpirsîn ji aliyê polîs ve tê meşandin."
Dîmenên neketin nava dosya lêpirsînê ya dozgeriyê û ji parêzeran re nehat dayîn, ji aliyê medya navendî ve hatin weşandin.
Kaya ji bo vê rewşê got, "Dibe ku dîmen ji aliyê polîs ve hatiye serwîskirin. Ev yek jî nîşan dide ku dosya ji me tê veşartin."
'BIRYARA NEPENÎTIYÊ KÊFÎ YE'
Karê ku dozgeriyê li ser dosyayê kir, wergirtina biryara 'nepenîtiyê' bû. Parêzer Gulhan Kaya, kêfîbûna biryarê bi vî rengî vegot: "Li gorî qanûnê, biryara nepenîtiyê, ji bo gumanbar û parêzer dikare were bicihanîn. Em muwekîlê mirovên di vê komkujiyê de hatine kuştin e. Lewma li gorî qanûnê, biryareke bi vî rengî nabe li hemberî me bicih bê anîn. Lê belê dozgeriyê qanûn nas nekir. Em li dijî biryara nepenîtiyê derketin. Li Dadgeha Ceza ya Sûlhê me îtiraza xwe kir lê hat redkirin."
Li gorî agahiyên ji aliyê parêzer Kaya ve hat dayîn, polîs di dosyayê de gavek jî bi pêş ve neavêtiye û di ser re rabûye fezlekeyeke sosret amade kiriye.
DI FEZLEKEYÊ DE NAVÊ RÊXISTINÊ JÎ TINE
Kaya der barê fezlekeyê de got, "Me malbata yek ji muwekîlên me yê di hefteya bihurî de jiyana xwe ji dest da, ji bo îfadeyê bide bir. Em li wê derê li fezlekeyekê rast hatin. Mixabin, me nikarîbû mînakek wê werbigirin. Der barê êrîşkarê bombeyî de li derveyî 'kuştina mirovan', ji sûcdariya 'endametiya rêxistina terorê' lêpirsîn hatiye vekirin. Lê belê di fezlekeyê de behsa nake kîjan rêxistin. Ji rayedarên dewletê jî daxuyanî beriya niha hatibûn dayîn ku komkujî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye kirin. Ji raya giştî re jî hatibû ragihandin ku lêpirsîn di vî alî de dimeşe. Lê di fezlekeyê de navê rêxistinekê nehatiye nivîsandin. Di vê rewşê de du pirs derdikevin holê: Ya têkiliya vî kesî bi DAIŞ'ê re nehatiye tespîtkirin, yan jî weke rayedarên dewletê, rayedarên emniyetê jî hînê DAIŞ'ê weke rêxistina terorê nabînin."
Kaya dozên siyasî yên beriya niha ew lê amade bûn bibîr xist û got, "Em dizanin ku emniyet bi çi rengî fezlekeyan pêşkêşî wan dosyayan dike. Polîs ji kar û barên rêxistinê heta dîroka wê, bi gelek rûpelan nivîsê dinivîsîne û li dosyayan bi cih dike. Lê belê di vê fezlekeyê de, rewşa rêxistinê li aliyekî, navê wê jî nehatiye nivîsandin."
PLATFORM WÊ SIBE LI PIRSÛSÊ BE
Platforma Edalet ji bo Pirsûsê wê di rojên 20-21'ê Tebaxê de li Pirsûs û Rihayê be. Li gorî agahiyên ji aliyê Kaya ve hat dayîn, wê li şahidan guhdarî bikin û ji bo dîmenan lêkolînê bikin. Platform wê bi Baroya Rihayê re jî bicive, di 21'ê Tebaxê de bi Serdozgerê Komarê yê Rihayê û dozgerên lêpirsînê dimeşînin re hevdîtinê bike, daxwaza xwe ya ji bo berfirehkirina lêpirsînê pêşkêş bike û der barê pêvajoya lêpirsînê de li ber edliyeyê daxuyaniyê bide.
Plaform wê di 26'ê Tebaxê de ji bo rakirina biryara nepenîtiyê, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide û daxuyaniyekê bide çapemeniyê.