Di danişîna doza rojnamegerên kurd de biryar tê payîn
Di danişîna doza rojnamegerên kurd de biryar tê payîn
Di danişîna doza rojnamegerên kurd de biryar tê payîn
Danişîna doza sereke ya Çapmeniyê ya KCK’ê ku 20 jê girtî 46 rojnameger tên darizandin, tê payîn ku îro biryara wê bê dayîn. Dozger Îsmaîl Işik da zanîn ku dê rewşa girtiyan girtî bidome û der barê xwediyê îmtîyazê yê rojname ya Ozgur Gundemê Ziya Çîçekçî de jî bi îdiaya sînorê parastinê derbas kiriye serlêdana sûc kir.
Parêzeran wek danişînên berê di vê danişînê de jî daxwaza berdana muvekîlên xwe kir û danişîn ji bo biryar bê aşkerakirin navdar danê.
Cigira hevseroka BDP’ê Fîlîz Koçalî û serokê BDP’a Stenbolê Emrullah Bîngol jî tevli danişînê bû. Danişîn piştî nîvro, bi daxwazên parêzeran berdewam kir. Parêzer Firat Epozdemîr, got der barê îfadeyên di parastinan de bikaranîne lêpirsîn hatiye destpêkirin û got: “Em tu wateyê nadin vê lêpirsîna der barê hevalên me de hatiye vekirin. Em ji girtinê natirsin. Lê di parastina hevalên me de tu sûc tune.
Parêzer Şahîn Cemîl Ozen jî got darizandina ku tê kirin hemû pişya rojnamegeriyê ye û delîlên di dosyayê der barê faliyetên rojnamegeriyê de ne.
Dozger Îsmaîl Işik mutalaya xwe ya derbarê daxwazên danişînê de da û daxwaz kir ku der barê xwediyê îmtiyazê yê Rojnameya Ozgur Gundemê Ziya Çîçekçî de bi hinceta ku di parastina xwe de îfadeyên sînorê parstinê derbas kiriye, serlêdana sûc bêkirin.
Heyeta dadgehê piştî mutalaya dozger, ji bo biryarê aşkera bike navber da.