Di çalakiya TV10’ê de Nobeda Wijdan û Edaletê hate silavkirin
Çalakiya xebatkarên TV10’ê di hefteya 43’an de domiya. Di çalakiyê de Nobeda Wijdan û Edalatê ya li Amedê hate silavkirin.
Çalakiya xebatkarên TV10’ê di hefteya 43’an de domiya. Di çalakiyê de Nobeda Wijdan û Edalatê ya li Amedê hate silavkirin.
Çalakiya xebatkarên TV10 a ku televîzyona wan bi Biryarnameyên di hukmê Qanûnan de hatibû girtin, di hefteya 43’an de li Qada Galatasarayê domiya. Dayîkên Şemiyê, Komeleya Jîngehê ya Mûnzûrê û Komeleya Çandê ya Elewiyan a Hubyar Sûltan piştgirî dan çalakiyê.
‘NOBEDA EDALETÊ JI BO DAHATÛYÊ GELEKÎ GIRÎNG E’
Bernamevanê TV10’ê Velî Haydar Guleç diyar kir ku ew 43 hefte ne li ber xwe didin û bi girtina rojname, televîzyon û radyoyan mafê civakê ê nûçeyan ji destê wê hatiye girtin.
Guleç piştgiriya xwe ya ji bo nobeda Wijdan û Edaletê ya li Amedê ya ku HDP’ê daye destpêkirin jî diyar kir û got ku çalakiyên bi vî rengî gelekî girîng in.
Serokê Komeleya Çandê ya Elewiyan a Hubyar Sûltan Aydin Denîz jî diyar kir ku TV10 dengê Elewiyan digihand cîhanê û got: “Îsal di salvegera Madimak û Sêwasê me kêmasiya vî tiştî gelekî dît.”