Di çalakiya TV10’ê de Nobeda Wijdan û Edaletê hat silavkirin

Di çalakiya TV10’ê de Nobeda Wijdan û Edaletê hat silavkirin. Serokê Desteya Rêveberiya TV10’ê Buyukşahîn got: “Em ê vî dengî bilind bikin û têkoşînê bidomînin.

Xebatkarên TV10‘ê ya bi BHQ’ê hate girtin, li Qada Galatasarayê di hefteya 44’an de kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Xebatkarên televîzyonê pankarta “Dengê Elewyan TV 10 nayê bêdengkirin." vekirin û bê navber dirûşmeya “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" berz kirin.

Di çalakiyê de Serokê Desteya  Weşanê Velî Buyukşahîn, axivî û got: “Elewî hebin û yên nobeda wîcdan û edaletê digirin hebin, wê dengê televîzyona xwe bilind bikin û têkoşîna wan dê bidome.”
 

Çalakî bi siloganan bi dawî bû.