Di çalakiya edaletê ya Parîsê de Farqîn hat silavkirin
Têkildarî qetilkirina sê jinên Kurd ên şoreşger lêgerîna edaletê didome. Di çalakiya li Parîsê ji bo 3 jinan hat lidarxistin, berxwedana li Farqînê hat silavkirin.

Ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan a Kurd a Leyla Şaylamez daxwaza edalet û ronahiyê didome.
Li paytexta Parîs a Fransayê qetilkirina sê jinên Kurd ên 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa ya Parîsê ku dikeve sala sêyemîn jî bêdengiya rayedarên Fransa didome. Bi armanca protestokirina vê weke her hefte vê hefteyê jî Kurdistanî li edaletê geriyan.
'QATIL ERDOGAN!'
Ji bo meşa di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd girse li ber Navenda Civaka Kurd a Parîs kom bû. Kurdistanî û endamên SKB’ê bi dirûşman saet 14.00’an dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên, e “Em edaletê dixwazin”, “Bimire dewleta Tirk a faşîst”, “Em hemû Sakîne, Fîdan, Leyla ne”, "Farqîn ne bi tenê ye”, “Qatil Erdogan” gotin.
Girseya di meşê de flamaya ku wêneyên her sê jinên şoreşger li ser hilgirt, li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistan rêzgirtin pêk anî.
JI BO ÇALAKIYA WÊ JI BO FARQÎN Û OCALAN BÊ LIDARXISTIN BANG
Di axaftinên çalakiyê de ji bo çalakiya bi armanca protestokirina tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li Farqînê wê bê lidarxistin bang hat kirin. Çalakî roja Şemiyê saet 15.00’an li ber Gar de l'est wê bê lidarxistin.