Di BDP’ê de ji bo serlêdanên namzetiyê eleqeya mezin

Di BDP’ê de ji bo serlêdanên namzetiyê eleqeya mezin

BDP ji bo hilbijartinên sala pêş ya di meha Adarê de dê pêk were start da û ji bo endamtiya şaredarî û endamên meclisa şaredariyê 4 hezar kesî serlêdan kir.

Tenê ji bo şaredariyên Amedê û encumaniyê ji 300 zêdetir kesî serlêdan kir. BDP’ê ku serlêdan qebûl kir, dê bi komîsyonên avakiriye re, yek bi yek mulakatê pêk bîne. Di warê xweseriya demokratîk û şaredariya gel de dê fikrên wan bên girtin.

Ji bo hilbijartinên 30’ê Adara 2014’an di BDP’ê de xebatek berfireh tê meşandin.  Ji aliyê BDP’ê ve ji bo hilbijartinên herêmî Komîsyoneke rêxistinê ya hilbijartinê ya ji 25 kesî pêk tê bi navê Komîsyona Diyarkirina Namzetên Navendî du komîsyon ava kir.

Komîsyona Rêxistina Hilbijartinên Navendî, ji bo hilbijartinan ji amadekariya giştî û rêxistinbûnê berpirsyare. Komîsyona Diyarkirina Namzetên Navendî jî dê serlêdanên kesên serlêdane binirxîne û diyar bike.

Piştî starta hilbijartinê hat dayîn, heta niha 4 hezar kesî ji bo şaredarî û encumaniyê serlêdan kir. Heta 10’ê mijdarê dê bidome.  Her wiha kesên serî lê dane dê ji aliyê komîsyonê ve yek bi yek mulakata wan bêkirin. Di mijarê wekê xweseriya demokrastî û çavderiya wan ya li dijî şaredariya jinan, fikrên wan yên der barê çareseriya pirsgirêka kurd û şaredariya gel de bê girtin. her wiha projeyên wan jî dê bê guhdarkirin.

Di encama mulakatan de raporên hatine amadekirin dê ji bo her endamî  cuda cuda ragîhinin Komîsyona Diyarkirina Namzetên Navendî.

Hat hînbûn ku komîsyonên bi vê armancê çûna gelek navend û navçeyan hêj mulakatan didomînin. Dema serlêdanê 3 caran hat dirêj kirin. Heta niha ji Amed û navçeyên wê ji bo şaredariyê 160 kesî serlêdan kir. Her wiha ji bo encumeniyê jî 300 kesî serlêdan kir.

Di giştînameya ku BDP’ê ji hemû teşkîlatên partiyan re şandiye de, şert û mercên ku bi kesên ku ji namzetiyê serlêdanê dike hatiye vegotin;

-Kesên serî lê didin divê demokrat û welatparêz bin, divê Tirkiyeya Demokratîk û Statuya Kurdistana Xweser a Demokratîk esas bigire, bawer bike û ji bo serkeftina wê bixebite.

-Divê li têkoşîn, nirxên wê, perspektîfa wê xwedî derkeeve û di vê mijarê de  dema pêwist be bedelê bide.

-Divê îdeolojî û têkoşîna rizgariya jinê esas bigire û di her şert û mercî de ji bo têkoşîna azadiya jinê xebatê esas bigire.

-Di esasa paradîgmaya şaristaniya demokratîk de bi meclisên bajar, navçe û taxan ya ku modela rêxistibûna me ya civakiye, xebatê esas bigire. Şaredar di heman demê de delegeyê xwezayî yê wê meclisê ye.

-Kesên tevli sûcên dij mirovahiyê bûne, tevli sûcên li jinan bûne, kesên tevli rantê bûne, serlêdana wan nayê qebûlkirin.

-Her wiha  kesên pir zewacî kirine ku partiya me jî di sala 2003’an de ev helwest red kiriye, nekarin serî lê bidin.

-Divê mekanîzmayên biryarê bû biryarên gel yêb esas qebûl bikin û  bi awayekî rêk û pêk raporê pêşkêşî gel bike.

-Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û demokratîkbûnê divê di serî de bikaranîna zimanê dayikê ya di qada cemawerî de û daxwaz û pîvana esas ya di bernameyan de, xebat esas bê girtin.

-Divê li dijî xizaniyê têkoşîn bê dayîn û bernameyên aborî yên alternatîf derxînin holê.

Ji aliyê BDP’ê ve di rojên borî de giştînameyeke nû hat weşandin û hate diyar kirin ku serlêdan ji ber eleqeyeke pir zêde li Hênê (Amed), Pîran (Amed), Pasûr (Amed), Kercews (Êlih), Heskê (Êlih), Birecik (Riha), Xelfeti (Riha), Yayladere (Çewlîk), Ovacik (Dêrsim), Akpazar (Dêrsim), Sêrt, Perwarî (Sêrt), Begendik (Sêrt), Atabaglar (Sêrt), Mêrdîn, Midyad (Mêrdin), Elkê (Şirnex), Guçlukonak (Şirnex), Hezex (Şinex), Balveren (Şirnex), Karalar (Şirnex), Çalişkan (Şirnex), Şenoba (Şirnex), Sirtkoy (Şirnex), Kumçati (Şirnex), Colemêrg, Çelê ( Colemêrg), Gever (Colemêrg),Şemzînan (Colemêrg), Esendere (Colemêrg), Buyukçîftlîk (Colemêrg), Wan,Tuşba (Wan), Gevaş (Wan), Tutak (Agirî), Xelat(Bedlîs), Ovakişla (Bedlîs), Îdir, Tuzluca (Îdir),  Halfelî (Îdir), Kaxizman (Qers), Dîgor (Qers), Dagpinar (Qers), Karakoçan (Elezîz), Uçocak (Elezîz), Akdeniz (Mersin) û Varto (Muş) hatiye rawestandin.