Di 4’emîn salvegera Geziyê de soza têkoşînê hate dayîn
Bi hezaran kes di 4’emîn salvegera berxwedana Geziyê de li Taksîmê hatin ba hev û soza “Hê neqediyaye, têkoşîn didome” dan.
Bi hezaran kes di 4’emîn salvegera berxwedana Geziyê de li Taksîmê hatin ba hev û soza “Hê neqediyaye, têkoşîn didome” dan.
Di çalakiya îsal de jî polîsan nehiştin girse biçin Parka Geziyê û di çalakiyê de mîmar Mucella Yapici got: “Desthilatdarî hê jî ji giyanê Geziyê ditirsin, ji ser zimanê wan nakeve. Mafdar in ku bitirsin.”
Bi banga Platforma Hevgirtina Taksîmê, Şehîd û Gaziyên Geziyê bi hezaran kesan xwestin ku bimeşin Parka Geziyê lê polîsan meş asteng kirin. Girse li ber Odeya Endezyarên Makîneyê yên TMMOB’ê hatin gel hev. Malbatên Berkîn Elvan, Ethem Sarisuluk, Alî Îsmaîl Korkmaz, Hasan Ferît Gedîk, Ahmet Atakan û Mehmet Ayvalitaş jî tevlî meşê bûn. Di heman demê de parlementerên CHP û HDP’ê û serok û hevserokên ODP, ESP, DP, EHP’ê jî tevlî meşê bûn.
DITIRSIN, EW Ê BITIRSIN, BILA BITIRSIN
Di meşê de li ser navê girseyê Mucella Yapici axivî û got: “Ditirsin, ew ê bitirsin, bila bitirsin. Berxwedana Geziyê ya ku desthilatdarî jê ditirse îro kete sala 4’an. Ditirsin. Mafdar in ku bitirsin. Dîtin ku dema em tên ba hev em dikarin ji tariyê re bibêjin êdî bes e. Wan dîtin ku guleyên plastîk, gazên îsotê, binçavkirin û girtin me nade tirsandin. Em ji bo pêşerojê, ji bo zarokên xwe, ji welat û rengên xwe li ber xwe didin.”
Di çalakiyê de navê şehîdên Geziyê yeko yeko hatin gotin û dema ku nav dihat xwendin girseyê digot “dijî”. Çalakî bi sozdayîna ji bo têkoşînê bi dawî bû.