DGH û DGK-H li Amedê çalakî kirin

DGH Û DGK-H bi çarçoweya pêngava 'Çalakiyên Sor' ên ku beriya bi demekê dabûne destpêkirin li Amedê du çalakî kirin.

Li gorî daxuyaniyê ya Tevgera CiwanÊn Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGK-H) 20'ê Tebaxê li Amedê polîs û şûbeyeke kirine hedefa xwe. Di çalakiyekê de bombeyan bideng û di yekê de jî molotof avêtine.

Di daxuyaniyê de hate gotin 20'ê Tebaxê Yekîneya wan Ş. Êrîş Mordem li Amed Baxlarê li dijî polîsên li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E'yê bi bombeyên deng çalakî kirine, piştî çalakiyê tirs ketiye dilê peywirdarên girtîgehê, gelek polîsên taybet û wesaxiyên zirxî anîne cihê çalakiyê. Her wiha hate diyarkirin yekîneya wan a çalakî kirî bi ewlehî ji qadê dûr ketiye û qada çalakiyê ji hêla polîsên Tirk ve hatiye dorpêçkirin.

Derheqê çalakiya li ser şûbeya PTT'ê te jî ya ku 20'ê Tebaxê hatî kirin di daxuyaniyê de hate diyarkirin yekîneya wan a bi navê Ş. Zana Bextiyar li navçeya Baxlarê ya Amedê li dijî benqematîka şûbeya PTT'ê çalakiyeke bi molotofan kiriye, benqematîk hatiye rûxandin û yekîneya wan bi ewlehî ji qadê dûr ketiye û polîsan qad dorpêç kirine.

Bi berdewamî hate gotin çalakiyên wê li dijî hemû sazî û şexsên têkilî AKP-MHP'ê wê bidomin û kes û mekanên ku li Kurdistanê fihûşê û madeyên hişbirê berbelav dikin wê bibin hedefa pêngava wan a tolhildanê ya ''Tolhildina Sor''.