Dewletê li Gimgimê 4 kes înfaz kir, gule li malan reşand
Hêzên dewleta Tirk, 4 kes înfaz kirin. Leşker û polîsan gule li mal û kargehan reşandin.
Hêzên dewleta Tirk, 4 kes înfaz kirin. Leşker û polîsan gule li mal û kargehan reşandin.
Ji navçeya Mûş Gimgimê, danê sibehê agahiyên înfazê hatin. Li gorî agahiyên ji Serokê Meclîsa Gel a Gimgimê hat wergirtin, 4 kes hatin înfazkirin. Dogan got, "Qeymeqam ji parlamenteran û ji me re got ku 4 kes hatine kuştin."
Nasnameya 4 kesan hînê nayê zanîn.
Li gorî agahiyên ji şahidên bûyerê hatin wergirtin, 2 kesên li nêzî pira li pêşiya navçeyê hatin înfazkirin. Cenazeyê her du kesan ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hatin birin.
Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sirri Sever ê çû cihê bûyerê got, "Li cihê bûyerê şopeke şer nîne. Li erdê şopa xwînê heye. Xuyaye hatine înfazkirin. Lê belê em hînê nizanin bê kî ne."
Li gorî agahiyeke din ku hînê nehatiye piştrastkirin 2 kes di teqînekê de jiyana xwe ji dest dane.
Serokê Meclîsa Gel a Gimgimê Mûstafa Dogan der barê bûyerên îro qewimîn de got, "Duh êvarê gel ket hundirê malên xwe. Dûre tîmên tevgera taybet danê sibehê derabeyên esnafan şikandin û gule li derdorê reşandin."
Polîs û leşkerên bi panzer û maşînên zirxî li navenda navçeyê gerîlyan, gule li kargeh û malan reşandin.
Di vê navberê de xebatkarê DBP'ê Ersîn Kizilboga hat binçavkirin.
HEYETA KCD'Ê LI GIMGIMÊ YE
Li aliyê din heyetek KCD'ê ya ji Hevserok Selma Irmak, parlamenter û hevşaredaran, hat Gimgimê û piştî guhdarîkirina li gel, li mal û kargehên hatin gulereşandin lêkolîn kir.
Nûnerên Platforma Civaka Sivîl a Mûşê bi Waliyê Mûşê Vedat Buyukersoy re hevdîtin kiribû. Piştî hevdîtinê nûneran daxuyaniyeke nivîskî weşandibûn û diyar kiribûn ku soz ji wan re hatiye dayîn wê saet di 05:00 de qedexeya derketina derve bê rakirin. Di daxuyaniyê de hatibû ragihandin ku li hev hatiye kirin ku wê destwerdanek zerarê bide gel neyê kirin.